Di çarçoveya çalakiyên ji bo 33’emîn salvegera Enfalê de, li Kelarê li ser cadeyê şanoya ‘Em Enfalê ji bîr nekin’ hate nîşandan.
Di saetên êvarê de li navçeya Kelar a Germiyanê bi boneya 33’emîn salvegera Enfalê, şanoya bi navê ‘Em Enfalê ji bîr nekin’ li ser cadeyê hate nîşandan. Welatiyên navçeyê eleqeyek mezin nîşanî şanoyê dan.
Piştre ji wek bîranînek ji bo ruhê 182 hezar kesên di Enfalê de hatine qetilkirin, 182 balonên spî ji aliyê malbatên enfalkiryan û welatiyên li pêş şanoyê amadebûn ve berdan asîman.
(kş)