Hema em ji têgeha çandê dest pê bikin. Di sala 1952’an de antropologên Emerîkî (Alfred Kroeber û Clyde Kluckhohn) di lêkolîna xwe de rastî 164 pênaseyên çandê hatine. Ji wê çaxê ve çend pênase li ser zêde bûne em nizanin. Lê Rêber Abdullah Ocalan çandê weke tevahiya watedarî û avaniyan binav dike. Li gora vê em ji têgeha çandê çi fêm bikin?
Lê heke mirov îro rabe hin pirtûkên din jî serûbinê hev bike, mirovê bi hêsanî rastî gelek pênaseyên din jî were. Mirov dibêje qey her kesî li gorî bîr û boçûna xwe wateyek li têgeha çandê bar kiriye. Lê ya balkêş ew e ku heta demekê bi awayekî şaş, çand û şaristanî wekî du têgehên hemwate bi hev re, li şûna hev hatine bikaranîn. Halbukî di navbera her du têgehan de hem ji aliyê watedarî û hem jî ji aliyê avahiyê ve bi qasî çiyayekî cudatî heye û bi dîroka xwe jî bi awayekî domdar li ber hev rabûne. Loma jî bikaranîneke bi vî rengî berî her tiştî li derî rastiya çandê ye. Bi taybetî ji ber zêdehiya pênaseyan heta asteke bilind têgeha çandê bi form û naveroka xwe tam nehatiye zelalkirin. Her çiqasî vê yekê bi demê re rê li ber tevlîheviyeke têgehî vekiribe jî, bi ya me mirov dikare bi pênaseyeke rast, tam û têrker a têgehî xwe ji vê aloziyê xelas bike.
Uğur Ataman: Hevalê Mehmet bal kişand ser wate dîrok û pênaseyên çandê, ez jî tevlî dibim. Ji bo pênaseya têgeha çandê ez jî bi kurtahî vê bibêjim; çand awayê jiyana civakê ye û bêyî civakê mirov nikare pênase bike. Tê zanîn bergeh û sînorên awayê civakê pir berfireh in. Di vê bergehê de ligel felsefe, zanist û hunerê ziman, bawerî, têkiliyên civakî, her cure reftar, kesayet, aborî û hwd. tevahî ji xwe re cih dibînin û tev di bin sîwana çandê de hebûna xwe pêk tînin û didomînin. Çawanî û çimayî van bergehan çanda mirov û civakan dide der. Bi gotineke din meriv ji bo pênaseya têgeha çandê dikare bibêje ku nêrîn û sekna meriv a jiyanê ye. Ev rastî hîn di destpêka jiyana merivan de xwe ava dike. Meriv dikare bibêje ku dema pitikek ji dayika xwe diwelide, a ku wî/wê pêşwazî û hembêz dike beriya dayika wî/wê çand e. Bi rastî jî ev wisa ye û ev rastî ji destpêkê heya dawiya emrê meriv çi bi xurtî çi bi lewazî her tiştê meriv diyar dike û bandora xwe li ser dike. Lewra çand hişmendî; diyardeya laş û giyana meriv e.
Di avabûn, jiyan û xwebûna civakê de, bi gotineke din nasnameya civakê de çand çima ewqas girîng e?