Sîma Salih behsa pirtûka xwe kir û got: “Ev qederê salekê ye ku ez bi nivîsandina vê pirtûkê re mijûl bûm, ji ber wê min gelek lêkolîn kir û her wiha min bi gelek hunermendan re hevdîtin kir ji bo agahiyên rast.”
Destpêka kitêbê behsa dîroka bajarê Silêmaniyê dike û her yek ji du beşan behsa serhildana şano û muzîkê dike. Sîma Salih got: “Ji ber ku di civaka Kurd de kêm bi qedrê huner û muzîkê tê zanîn, min girîngê pê daye. Li gorî min huner şoreş û peyama gihandina civakê ye. Pirtûka min lêkolînek zanistî ye, behsa salên 1959 heta 1991’ê dike. Destpêka pirtûka min lêkolîna zanîngehê bû, li gel mamosteyên xwe min biryar da vê lêkolînê bikim pirtûk.”