Bi tevlîbûna welatiyên Kurd, Ereb û Ewropî li Silêmaniyê danîsîna cilûbergên Kurdî, berhemên karê dest û kelepora Kurdî hate kirin.
Li Hola Çandî ya Kargeha Çiger ya Silêmaniyê ji aliyê Komeleya Mişakat ve danasîna cilûbergên Kurdî, berhemên karê dest û kelepora Kurdî pêk hat.
Ji derveyî Kurdan, welatî û mamostayên zanîngehê yên Ereb û Ewropî jî tevlî bûn. Ji derveyî cilûbergehên Kurdî, weke destar, sêla nanî, tîrik, nanpêpêj, hawin û hwd din hatin pêşandan.
Rêvebera Şaxa Silêmaniyê ya Komeleya Mişakat Dr. Şîlan Fehmî diyar kir ku armanca wan nasandina çanda Kurd û bi neteweyên din nasandina ciwaniyên Silêmaniyê ye.
(ab)
Xwendina xwe bidomîne