Li Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê bi vekirina pêşangehek pirtûkan hefteya rewşenbîrî û çandî bi şîara, ‘Paytexta Rewşenbîrî xweşikbûna pêşand dide’ destpê kir.
Li Silêmaniyê salene ji bo pêşxistina rewşenbirî û çanda Kurdî di meha Adarê de, hefteya rewşenbîrî û çandî ya Silêmaniyê bi gelek çalakiyan çandî û rewşenbîrî tê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de îro li Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê hefteya rewşenbîrî û çandî destpê kir.
Wezîrê Rewşenbîriyê, Waliyê Silêmaniyê, hejmarek zêde ya rewşenbîr û wêjenvan tevlî pêşangehê bûn. 25 weşanxane û pirtûkxane tevlî pêşangehê bûne. Herwiha bi hezaran pirtûk tên pêşandan.
Di hefteya çandî û rewşenbîrî de, çalakiyên weke pêşandana pirtûkan, şano, huner, mûzîk, pêşandana berhemên xwemalî, vekirina pêşangehên hunerî û çalakiyên zarokan pêk tên.
Wezîrê Rewşenbîrî Heme Mihemed Seîd ragihand ku ji bo çalakiyên rewşenbîrî ti pere nehatiye veqetandin.
(ab)