Li Silêmaniyê bi dirûşma “Bila em bi eşqa azadiyê pirtûkan bixwênin” peşangehek sê rojî ya pirtûkan hate vekirin. Di pêşangehê de bi sedan pirtûkên li ser mijarên cûda û bi zimanên cûda hene. Pêşangeh pêşkêşî Şehîd Çiya Bakur hate kirin.
Di saetên êvarê de ji aliyê Rêxistina Niwêger ya ji bo Pêşxistina Hunerê ve li Hola Tewar a Silêmaniyê dibin dirûşmeya “Bila em bi eşqa azadiyê pirtûkan bixwênin” peşangehek sê rojî ya pirtûkan hate vekirin.
Pêşangeh pêşkêşî giyanê Şehîd Şerîf Elî bi nasnav Çiya Bakur ku xelkê sinorê bajaroka Bêtwate ye û yekem şehîdê Cenga Heftenînê ye, hate kirin.
Pêşangeh ji aliyê dayîk û bavê Şehîd Çiya Bakur ve hate vekirin. Piştre li ser navê Rêxistina Niwêger Kara Mihemed têkildarî armanca vekirina pêşangehê axaftinek kir û got: “Ji ber bandora teknolojiyê, bandora şer, qeyranên aborî, siyasî û civakî li tevayî cihanê û bi taybetî Rojhilata Navîn ta astek civak ji xwendina pirtûkan qût bûne. Li gorî me yek ji rêyên giring ên perwerdekirina civakê xwendina pirtûkane. Di vê çarçoveyê de ji bo em sûd bigihînin civakê me ev pêşangeh vekir.”
Pişte xelata rêzgirtinê ji aliyê malbata Şehîd Ruheyv Armanc ve pêşkêşî malbata Şehîd Çiya Bakur hate kirin. Dayîka Şehîd Çiya Bakur jî xêrhatin û sipasiya bejdarvanên pêşangehê kir û got; “Cihê serbilindiyê ye ku kurê min ji bo parastina xaka Kurdistanê şehîd bû. Ez pê serbilindim, daxwaza min ewe ku Kurd bi yekgirtinê rê li dagirkeriya dewleta Tirk bigrin.”
Di nava pêşangehê de gelek pirtûkên cûda û bi zimanên cûda hene. Di nava wan de jî pirtûkên li ser zanista jineoloji, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûkên Şehîd Helmet jî hene.
Pêşangeh wê sê rojan vekirî bimîne.
(kş)