Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Lihêfa mafên jinê

November 29, 2020
0 0
Lihêfa mafên jinê
Share on FacebookShare on Twitter

Hunera jinan gelek caran balê dibe ser civakîbûna jinê jî. Ew hem bûyer û rewşan dibîne hem jî li ser wan dihizire. Ev lihêfa neqişandî jî berhemeke wisa ye ku ji sala 1875´an maye. Navê berhema Emma Civey Stahlê, Lihêfa mafên jinê (Woman’s Rights Quilt) ye.

Hunermend di berhema xwe ya tekstîlê de bi du çîrokên cihê dadikeve. Ji çarçikên neqişandî sê ji wan behsa leşkerên di Şerê Navxweyî yê Amerîkayê de şerkirine dike. Gava ku ev lihêf hatiye çêkirin, birîna vî şerî hê nekewiyaye.

Sê çarçikên din ên neqişandî jî li ser çalakgeriya civakî ya ji bo mafên jinan in. Di yekê ji wan çarçikan de jina reformxwaz nîşaneke “mafên jinê” bi ser milê xwe ve berdaye û beramberî zarok û hevjînê xwe disekine. Di çarçikeke din de, jina reformxwaz bi erebeyeke hespan ber bi menzîlê ve diçe. Ew menzîla wê jî di çarçika li cemê ye: Civîneke ku ew bi kelecan ji xelkê re dipeyive. Li ber destê me hunermendeke lihêfçêker heye ku nihêrîna xêzeromanî ya jinekê li yekê ji babetên siyasî yên herî cidî yên dawiya sedsala 19´an li ser lihêfekê xêz kiriye. Lihêf sala 1875´an li bajarê Illinoisê hatiye çêkirin û îro li Met Museuma li New Yorkê tê nîşandan.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

#Xwebûn

Next Post
Lîstikvanê ‘Keypa12500’: Mijara bingehîn a lîstikê talana Kurdistanê ye

Lîstikvanê ‘Keypa12500’: Mijara bingehîn a lîstikê talana Kurdistanê ye

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist