Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Lîsa Çalan hêjayî ‘Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê’ hat dîtin

March 19, 2022
0 0
Lîsa Çalan hêjayî ‘Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê’ hat dîtin
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN – Sînamegera kurd Lîsa Çalan, di 26’emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî Keralayê de hêjayî ‘Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê’ hat dîtin. 
 
Sînamegera kurd Lîsa Çalan, di 26’emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî Keralayê ku li parêzgeha Kerala ya Hîndistanê hat lidarxistin de hêjayî ‘Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê’ hat dîtin. Xelata Çalan ku di heman demê de “Mêvana Rûmetê” ya mihrîcanê bû, Serokwezîrê Keralayê dayê. Dema ku Çalan ji bo girtina xelata xwe derket ser dikê beşdarên mihrîcanê li ser piyan bi deqayan jê re çepikan xistin. Çalan, bi kurdî axivî û xelata xwe diyarî qurbanî û birîndarên komkujiya 5’ê Hezîranê, Pirsûs û Enqerê kir. Çalan, di axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên kurd xwe ji nû ve diafirînin û ev tişt got: “Jinên kurd ku li Rojava şoreşeke mezin girtin ser milê xwe, li dijî hovîtiya DAIŞ’ê manîfesto nivîsandin. Ev manîfesto îro hevî dide hemû dinyayê. 
 
MIHRÎCAA KELARAYÊ
 
Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî Keralayê ji sala 1996’an ve li ser navê Beşa Karên Çandî ya Dewleta Keralayê ji aliyê Akademiya  Chalachitra a Parêzgeha Keralayê ve tê lidarxistin. Îsal di mihrîcanê de 38 fîlmên derhênerên jin hatin nîşandan. Di mihrîcanê de fîlmê Çalan “Zimanê Çiyayan” hat nîşandan. Wê di 20’ê adarê de Çalan bi qunciknivîsa Asianet News Online Harita Savitri re li Şanoya Tagore jî bernameyek li dar bixe. 
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Tenê ne çayxane muze ye jî

Tenê ne çayxane muze ye jî

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist