Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Lîsê 2 romanên Colemêrgî weşandin

January 26, 2021
0 0
Lîsê 2 romanên Colemêrgî weşandin
Share on FacebookShare on Twitter

Weşanxaneya Lîsê 2 romanên nivîskar Îhsan Colemêrgî weşandin. Colemergî ku berê jî gelek mijarên dîrokî ji xwe re kiribûn wekî mijara romanê, dîsa di van her du romanan de jî bûyerên dîrokî kirine mijarên romanên xwe.

Colemêrgî berê jî du romanên bi navên ‘Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan’ û ‘ Zeynel Beg’ nivîsandibûn û ev roman jî xwe spartibûn bûyerên dîrokî.

Li gorî danasîn û agahiyên malpera weşanên Lîsê, nivîskar di romana xwe ya bi navê ‘Ezemşêr’ de behsa bûyereke di dema Osmaniyan de dike.

- Advertisement -

– Advertisement –

Îhsan Colemêrgî dikeve dû berperên dîrokê û mij û dûxanê ji ser rûdanekê radike ku bi wê rûdanê re bi qewlê Colemêrgî “serder” bûne “binder” û “binder” bûne “serder” yanî teqleke mezin li civaka mirnişîniya Hekariyan ketiye.

Di encama vê rûdana ku tê de paşayê Osmaniyan Tekelî Mehmet Paşa û Mîrê Hekariyan Ehya Beg tên kuştin, Ezemşêrê Xanî serçoçiyê vê govendê ye û bi destê wî paşayê Osmanîyan tê kuştin.

Piştî rûdanê Eşîra Xaniyan ji hev belav dibe û gundê Xanê tê kavilkirin. Îhsan Colemêrgî çirayekê bi ser vê kawdanê vêdixe û kort û kujiyên tarî yên kawdana dîroka nêzîk berbiçav dike.

Romana din jî bi navê ‘Momê’ çîrokeke biêş a jineke kurd e. Li zozanên Hekariyê bêbextiyek li jina bi navê Momê tê kirin û di encama wê bêbextiyê de bê guneh tê cezakirin û kuştin.

Colemêrgî vê carê berê me dide deşta Geverê û ji wê derê jî li zomê û zozana Meydanbelekê me dike mêvanê Momê û Keleşê şivan. Çîrok xwe dispêre stranekê û stran bêbextî û buxtanekê ji me re aşkera dike.

Em karin bibêjin, Colemêrgî, ketiye dû stranekê, na na çêtir e meriv bibêje daye dû zêmarekê û berê me daye milên dol û berdolên Cêloyê serî di ser ewran re; em, di ser kevîyên berfê re borandine, li şûnpêyên pezkoviyan di hisar û revzên zinar û zaxan re derbas kirine, di derî û gelîyan re em gihandine ser terazinên mêrg û kaniyên tezî, em kirine mêvanê dilê bêrîvaneke welê ku keçeke li mala bavê xwe, mîna ezîzeyekê bi qudreta xweda bi pistanên xwe berxekî sava ê li maka xwe neban, şîrmij dike, bi delalî û spehîtiya xwe keran bi guh, koran bi çav û lalan bi zar dike.

Ev şengebêrîvan bêguman Momê ye. Îhsan Colemêrgî jî me dide pê çîroka Momê û bêguman di pişt perdeya wê serpêhatiyê de, hoz û eşîrên herêmê, jiyana êl û eşîriyê û hevrikî û rakêşanên wê jî bi hostayiya xwe ya dîrokzanekî şareza raberî me dike. AMED

#Xwebûn

Next Post
Ji romanê çîrokeke din

Ji romanê çîrokeke din

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist