Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

“Lîstik” derket pêşberî şanohezan

October 29, 2022
0 0
“Lîstik” derket pêşberî şanohezan
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Di 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de koma şanoyê ya Taetra Jiyana Nû lîstika bi navê “Lîstik” pêşkeşî şanohezan kir. 
 
8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku dê sibe bi dawî bibe, di roja 10’emîn de li eywana Şanoya Bajêr a Amedê ya li Semta Dîclekent ya navçeya Peyasa Amedê bi coş berdewam kir. Bernameya ku bi lîstika “Jiyan Ji Te Pir Hezdikim (Hayat Seni Çok Seviyorum)” a Îlhan Samî Çomakê di girtîgehê de nivîsandî dest pê kir, bi lîstika koma şanoyê ya Taetra Jiyana Nû ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ya bi navê “Lîstik” berdewam kir. Derhêneriya lîstika ku ji aliyê Omer Şahîn, Rûgeş Kirici û Cîhad Ekîncî ve hatiye nivîsîn, Ferhad Feqî dike. Her wiha Omer Şahîn, Rûgeş Kirici, Cîhad Ekîncî, Sadik Tûnç, Erhan Mîr, Zeycan Ateş di lîstikê de cîh digirin. 
 
‘LÎSTIK’ ÇI DIBÊJE
 
Lîstik, behsa jiyana komeke şanoyê ya kurdî ku di eywana şanoyeke pir biçûk de hatine hefskirin vedibêje. Koma şanoyê ku bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne, motîvasyona xwe ji kirina promiyera lîstika xwe digire. Ev kom, ji ber giraniya jiyanê, ji ber zext û zoriyên desthilatdar xwe dispêrê lîstik lîstinê. Koma şanoyê ya kurd ku eywana wan ya şanoyê hatiye mohrkirin, ji ber polîsan, bi dizî ve dikevin eywana xwe. Koma Şanoyê xwe bi gotina “Koma şanoya ku provaya lîstikek şanoyeke nû di eywanên mohrkirî de dilîze” pênase dike û derdikeve ser dikê. Her wiha koma şanoyê, di lîstika xwe de dixwaze Destana Dewrêşê Evdî û evîna Edûl û Ewdî bilîzin. 
 
Piştî lîstikê, li ser navê Şanoya Bajêr a Amedê, Elî Kerîmî plaket da lîstikvanan û bernameya îro bi dawî bû.
 
Bernameya roja dawiyê jî wiha ye:
 
30’ê Cotmehê: Berfîn Zenderlîoglû – Kargeha Derhêneriyê (10.30-14.30)
 
30’ê Cotmehê: Şermola Performans – Serencama Qîjikan (15.00)
 
30’ê Cotmehê: ŞanoWan – Haylo Dîsa Tehlihev Bû (20.30)
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye’

‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist