Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Lîstika ‘Peyvên Kurdî’ bi 8 zimanan tê lîstin

February 11, 2021
0 0
Lîstika ‘Peyvên Kurdî’ bi 8 zimanan tê lîstin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîstîkên kurdî yên li ser dijîtalê roj bi roj zêde dibin. Herî dawî lîstika bi navê ‘Peyvên Kurdî’ ji aliyê Ferhat Baysalê ku li Belçîkayê dijî û karên Endezyariya Nivîsbariya Kompûterê dike, hat çêkirin.

Baysal bi destpêka pandemiyê dest bi xebatên ziman dike û aplîkasyona bi navê ‘Leyzok’ê  ji bo zarokan amade dike. Di bin sîwana navê Leyzokê de bi kategoriya ‘pirs’ê û lîstika bi navê ‘Stêrêgerê Kurd’ diweşîne.

Endezyarê Nivîsbariya Kompûterê Baysal beşeke din a lîstikê bi navê ‘Peyvên Kurdî’ li aplîkasyonê zêde kir û bi zaravayê kurmancî amade kir. Lîstika ku ji hilbijêrka zimanên îngilîzî, almanî, fransî, spanî, îtalî, rûsî û tirkî pêk tê, der barê dîrok, ziman û çanda kurdî de kesên dilîzin, agahdar dike.

- Advertisement -

– Advertisement –

Baysal ku heta niha 30 hezar peyv li sepanê bar kirine, diyar dike ku her biçe dê hejmarê zêde bike. Baysal dixwaze di bin sîwana ‘Leyzok’ê de gelek berhemên ku xizmeta zimanê kurdî dikin, gelek berheman hilberîne.

Têkildarî şêwaza bikaranîna lîstikê ‘peyv’ Ferhat Baysal destnîşan dike ku ji gelek zimanan pêk tê û  her zimanek ji gelek astan pêk tê û wiha dibêje: “Heya astek neqede astên din qufilkirî dimînin. Dema mirov astan diqedîne, mirov dibe xwediyê jeton û pileyan. Ji bo her dîtina peyvan pile tê dayîn. Wekî din di hundirê aplîkasyonê de divê ku lîstikvan fêrî kurdî bibe. Eger hûn bixwazin kurdiya xwe bi pêş bixin teqez bilîzin. Di dawiya lîstikê de hûn ê bêtir fêrî zimanê kurdî bibin. Jixwe hûn dikarin bi zimanên din jî bilîzin û fêrî gelek peyvan bibin. Di navê de beşa îstatîstîk û encama pêşbirkê jî heye ku lîstikvan û kesên beşdar, dikarin bi hêsanî bigihîjin agahiyên der barê lîstika xwe û yên din de.” STOCKHOLM

#Xwebûn

Next Post
Li Krakovê Beşa Lêkolînên Kurdî

Li Krakovê Beşa Lêkolînên Kurdî

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist