Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Lîstika ‘Peyvên Kurdî’ kêfxweş û hîn dike

February 2, 2021
0 0
Lîstika ‘Peyvên Kurdî’ kêfxweş û hîn dike
Share on FacebookShare on Twitter

Endezyarê nivîsbariya kompîterê Ferhat Baysal lîstikeke dijîtal a dikeve bin xizmeta dîrok, ziman û Kurdî de çêkir. Lîstika ‘Peyvên Kurdî’ bi zaravayê Kurmancî û bi tîpên latîniye.

Endezyarê nivîsbariya kompîterê Farhat Baysal lîstikek dijîtal a dikeve bin xizmeta dîrok, ziman û çanda Kurdî de çêkir. Hun dikarin ji bilî zimanê Kurdî, zimanên Tirkî, Ingilîzî, Elmanî, Fransî, Spanî, Îtalî û Rûsî jî lîstikê bilîzin.

Hun dikarin bi lîstika ‘Peyvên Kurdî’ hem demeke xweş derbas bikin.

Lîstika ‘Peyvên Kurdî’ bi zaravayê Kurmancî û bi tîpên latînîye. Ji bo kesên bixwazin derbarê dîrok, ziman û çanda Kurdî de peyvan hîn bibin, hilbijêrka zimanê din jî di nava lîstikê de heye.

Lîstik ji peyvên Kurdî pêktê. Heya niha 30.000 hezar peyv hatine bar kirin û wê her biçe, peyvên zêdetir lê bên barkirin.

Endazyar Ferhat Baysal Kerboranî diyar kir wî vê lîstikê nû çêkiriye û dixwaze dibin sêwana ‘Leyzok’ de gelek berhemên bi vî awayî yên xizmetê ji çand û zimanê Kurdî re bike, berhem pêk anîne.  Ferhat Baysal beriya niha Lîsikên bi navê Pirs û Listika ji bo zarokan ya bi navê Stêrêgerê Kurd jî weşandibû.

Ferhat Baysal têkildarî şêwazê bikaranîna lîstikê van agahiyan da; “Aplîkasyona “Peyv” ji gelek zimanan pêk tê. Her zimanek ji gelek astan pêk tê. Heya astek neqede astên din qufilkirî dimînin. Dema mirov astan diqedîne, mirov dibe xwediyê jeton û pileyan.  Ji bo her dîtina peyvan pile tê dayîn. Weke din di hûndirê aplîkasyonê de dide ku lîstikvan fêrî Kurdî bibe.  Eger hûn bixwazin Kurdiya xwe pêş bixin teqez bilîzin, di dawiya listikê de hûn ê zimanê Kurdî bêtir fêr bibin. Ji xwe wekî ku me destpêkê anî ziman hûn dikarin bi zimanên din jî bilîzin û fêrî gelek peyvan bibin. Di navê de beşa îstatîstîk û encama pêşbirkêyê jî heye ku lîstikvan û kesên beşdar dikarin bi hêsanî bigihijin agahiyên derbarê lîstika xwe û yên din de.”

Li gorî zanyariyên ku Ferhat Baysal daye, lîstik nû hatiye barkirin û heya niha li ser “Play Store’ nêzî gelek şîrove û gelek barkirin hatine kirin.

 Lînka aplîkasyona “Peyvên Kurdî”:

https://play.google.com/store/apps/details?id=com.kurdish.words

Please accept cookies to play this video. By accepting you will be accessing content from a service provided by an external third party.
Accept

 

(nr)

#Rojnews

Next Post
Arşîva kurdî desteser kirin

Arşîva kurdî desteser kirin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist