Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Lîstika ‘Serbaz’ rastî eleqeyeke mezin hat

February 1, 2022
0 0
Lîstika ‘Serbaz’ rastî eleqeyeke mezin hat
Share on FacebookShare on Twitter

STENBOL- Şanoya Yenîsahne ya Êlihê li Modayê bi lîstika “Serbaz” derket pêşberî şanohezan. Lîstik rastî eleqeyek mezin hat. 
 
Lîstika Yenîsahne ya Êlihê ya bi navê “Serbaz” ku wê di çarçoveya bernameya meha Sibatê ya Yenîsahneyê de 2 rojan dewam bike, îro li Moda ya Kadikoy a Stenbolê hat lîstin. Lîstika bi kurdî “Serbaz” bi coş û kelecaneke mezin hat temaşekirin. 
 
LÎSTIKA SERBAZ
 
Lîstika “Serbaz” ji aliyê Hristo Boyçev ve hatiye nivîsandin. Yakûp Selîmoglû jî ew wergerandiye kurdî. Di lîstika Serbaz de ku derhênerê wê Yakûp Selîmoglû ye, şanoger Gulîstan Şahîn, Erdal Kaya, Kenan Demîr, Mehmet Sevîlgen, Mennan Oncu, Mûrat Kûrhan, Serdar Zengîn û Yakup Selimoglû dilîzin. 
 
Cihê ku “Serbaz” lê tê teswîrkirin, li qadeke şer e. Ev cih, cihekî nediyar e; li çiyayên Balkanê, klînîkeke psîkiyatriyê ya wêrankirî ye. Li vî cihî ne derman, ne nivîn, ne çarşef hema bibêje tu tişt tune ye. Ji xeynî vê di Serbaz de, şeş “dîn” û bijîşkekî balkêş heye. Ev kes ji bo ku ji serma neqefilin, ji bêgavî bi hev re di heman odeyê de dimînin.
 
LÊGERÎNA LI CÎHANEKA CUDA
 
“Serbaz” ku qala “lêgerîna cîhaneke ecêb” dike, ji aliyê Yenisahneyê ve wiha hat pênasekirin: “Li Nîvgirava Balkanê ku warê gel û çandên cuda ye, dîn dikarin bi hev re bijîn. Negihîştin xewnek mezin û paranoyayê. Ev çîroka trajîkomîk a lêgerîna li cîhanek ecêb, bi awayekî ecêb tê vegotin.” 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Hunerê li ser berfê

Hunerê li ser berfê

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist