Li navenda Komeleya Roj a bajarê Silêmaniyê şanoya bi navê ‘Tîpên negihayî’ ku qala dîroka Kurdan tê kirin, derket pêşberî şanohezan.
Lîstika ku ji aliyê Darû Ezîz ve hate nivîsandin û derhêneriya wê hunermend Aso kir, rastî eleqeyek mezin hat. Şano behsa êş û karesatên ku hatine serê Kurd dike û balê dikşîne ser dîroka Kurdan.