Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Lîstika ‘Tu Ne Gara Yî’ hişmendiya pergalê rexne dike

April 29, 2022
0 0
Lîstika ‘Tu Ne Gara Yî’ hişmendiya pergalê rexne dike
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Tiyatoro Sî lî Amedê bi lîstika ‘Tu Ne Gara Yî’ derket pêşberî bînerên xwe. Lîstikvanê lîstikê Muammer Kaddafî Unal destnîşan kir ku lîstik hem hişmendiya pergalê rexne dike hem jî dide kenandin.   

 
Navenda Çand û Hûnerê ya Sî (GKSM) ji sala 2009’an ve xebatên xwe yên çand û hûnerî didomîne. Tiyatroya Sî jî ji avabûna saziyê heta niha xebatên şanoyê dimeşîne. Koma Şanoya Sî salek beriya niha amadekariyên lîstika xwe ya yekemîn a bi navê ‘Tu Ne Gara Yî’ da destpêkirin. Lîstik piştî li Stenbolê hat lîstin, beriya ku li Amedê derbikeve ser dikê di 24’ê nîsanê de li Wanê, di 25’ê nîsanê de li Êlîhê derketibû ser dikan û lîstika “Tu Ne Gara Yî” ya nivîskar Azîz Nesîn dabû pêşandan. Lîstika ku di 27’ê Nîsanê de li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê hat pêşandan, bi eleqeyek mezin hat temaşekirin û temaşevan kenandin. Listikvanê listikê Muhammed Kaddafî Unal têkildarî lîstikê ji ajansa me re axivî. 
 
PÊDIVIYA KURDÎ
 
Unal, da zanîn ku demeke dirêj e koma wan bi listikên tirkî derdikeve pêşberî bîneran. Unal, da zanîn ku lîstikvan, mamoste û derhênerê şanoyê kurd in û helwesta xwe ya xwedî derketina ziman wiha anî ziman: “Em fikirîn ku tev kurd in lê qet bi kurdî nalîzin. Piştî pandemiyê li ser YouTube’yê me bi navê Çîrok Mîrok hinek bername parve kirin. Lê şano kêm dima, bi lîstikê jî me dest bi lîstika kurdî kir û em dixwazin vê destpêkê bidomînin.”
 
VEGERÊN GEL
 
Unal, bi bîr xist ku ji hêla ziman û lîstikê ve hinek kêmasiyên wan hene, lê tevî van kêmasiyan vegerên gel wan xurt dikin û hêz didin wan. Unal, ev vegerên gel wiha nirxand in: “Gel razîbûn û rexneyên xwe bi hev re tîne ziman. Qasî ku ew me bişopînin em ê xwe sererast bikin û rastiyê bibînin.” 
 
‘HEM REXNE DIKE HEM DIDE KENANDIN’
 
Unal, destnîşan kir ku lîstika ‘Tu Ne Gara Yî’ hem hişmendiya pergalê rexne dike hem dide kenandin û hem jî dide fikirandin. 
 
 BANGA PIŞTGIRIYÊ
 
Unal, di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser giringiya temaşevanan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Temaşevan bila me bişopînin û rexne û pêşniyarên xwe bila ji me re ragihînin. Bi saya van rexne û pêşniyaran em riya xwe rast dikin û xebatên xwe serkeftîtir dikin.”
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Romana  ‘Lawikê Gundî’

Romana ‘Lawikê Gundî’

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist