Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Lîstika ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê derket pêşberî temaşevanan

April 27, 2022
0 0
Lîstika ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê derket pêşberî temaşevanan
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Tiyatroya Sî ya girêdayî Navend Çand û Hûnerê ya Sî lîstika bi navê “Tu Ne Gara Yî” ya Azîz Nesîn li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê derket pêşberî temaşevanan. 
 
Tiyatro Sî ku girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Sî ye (GSKM) ya li Stenbolê, beriya ku li Amedê derbikeve ser dikê di 24’ê nîsanê de li Wanê, di 25’ê nîsanê de li Êlîhê derketibû ser dikan û lîstika “Tu Ne Gara Yî” ya nivîskar Azîz Nesîn dabû pêşandan. Lîstik li Amedê jî îşev li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê derket pêşberî temaşevanan. Eywana şanoyê tije bû. Şanohezan bi kêfxweşiyek mezin li lîstikê temaşe kir. Lîstika ku bi eleqeyek mezin hat temaşekirin temaşegeran kenand. 
 
Derhênera lîstikê Rewşan Apaydin destnîşan kir ku ev yekem lîstika wan a kurdî yek ku derdixin û bi vê lîstikê hem kurdiya xwe bi pêş xistine hem jî xwedî li ziman û çanda kurdî derdikevin.
 
MIJARA LÎSTIKÊ
 
Lîstika bi navê “Tu ne Gara yî” ya Azîz Nesîn, hin aliyên lehengî û îronî di xwe de dihewîne û van aliyan li desthilatên sedsala bîstemîn bar dike. Di rastiyê de haya Gara ji şer, aliyê siyasî û civakî tune ye û di vî warî de ne sergehiştî ye. Li ser gotegotan weke lehengek tê danasîn û li cihê jê dayik bûye anku li Yuntaburê peykerê wî tê çêkirin. Sîyasetmedarên wê demê jî lehengiya Gara ya bêbingeh bi kar tînin û dibin rêveber. Gara, ji keştiya şer a noqî ava bûyî rizgar dibe û diçe Yuntaburê û çavê wî bi peykerê wî dikeve. Rantxwariya siyasetmedarên ku bi saya lehengiya Gara bûne desthilatdar, bi vegera Gara re aşkere dibe. Ji bo ku gel bi rastiyê nehese jî, nasnameyeke cuda didin Gara. Lê Gara vê yekê red dike û dibe qurbaniyê desthilatdariyê. Bi Gara re her wiha “rastî” jî tê kuştin.
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Dirî li min bûbûn dijmin

Dirî li min bûbûn dijmin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist