Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Lîstikvanê ‘Keypa12500’: Mijara bingehîn a lîstikê talana Kurdistanê ye

November 30, 2020
0 0
Lîstikvanê ‘Keypa12500’: Mijara bingehîn a lîstikê talana Kurdistanê ye
Share on FacebookShare on Twitter

STENBOL – Nivîskar û lîstikvanê lîstika şanoyê “Keypa125000” Tûncay Ozel, bal kişand ser talankirina Heskîfê û diyar kir ku ev talûke ne dûrî Cizîr û Sûrê ye. 

Lîstika şanoyê ya yek kesî “Keypa125000” ku binavbûna Heskîfê vedibêje, cara yekemîn roja înê li Stenbolê li ser Dika Nîşandina Hûnerên Avê, hat pêşandan. Peyva “Keypa” ku di navê lîstikê de cih digire navê asûrî yê Heskîfê û 12 hezar û 500 jî salên Heskîfa nîşan dide. Lîstik, bi dengê kemçeyên ku Heskîfê hildiweşînin dest pê dike. Lîstikvan jî ji nav temaşevanan dertê ser dika ku ax, kevir û şivek lê heye. Lîstîkvan bi awayekî nîv tazî di nav tariyê de dertê ser dikê û bi pêketina hêdî hêdî ya bi ronahiyê re xizikên sor ên li ser laşê wî ku xwînê tînin bîra mirov dertên holê. Lîstikvan bi vê yekê bal dikişîne ser tala Heskîfê. 
 
RIHÊ HESKÎFÊ
 
Em bi nivîskar û lîstikvanê lîstikê Tûncay Ozel û Habîn Çelîk ku dekora lîstikê çêkiriye re axivîn. Ozel, diyar kir ku bi salan e lîstikvaniya şanoyê dike û heta niha timik di nav lîstikên ku wan wergerandiye kurdî de cih girtiye. Ozel, destnîşan kir ku dema pêvajoya binavbûna wê çûye Heskîfa ku zarokatiya wî lê derbas bûye û dest bi fikra ku rewşê bikişîne şanoyê kiriye. Ozel, destnîşan kir ku bi rengî lîstika wî derketiye holê û wiha got: “Ji ber ku Heskîf di bin avê de maye fikirîm ku bi lîstikê rihê wê bidim jiyîn.”
 
‘HESKÎF DERDÊ XWE VEDIBÊJE’
 
Ozel, bi lêv kir ku weke rihê Heskîfê derketiye ser dike û ev tişt gotin: “Di lîstikê de rih ji herkesê ku  Heskîfê di bin avê de hiştine hesap dipirse. Heskîf bi zimanê xwe dert û pirsgirêkên xwe vedibêje. Her wiha Heskîf dibêje, ‘Hûn dikarin min di bin avê de bihêlin, tune bikin lê ez ê ji we hesap bipirsim û xewan ji we bibim. Hûn çi dikin bikin wê destê min tînika we de be’.” 
 
NE DÛRÎ SÛR Û CIZÎRÊ YE
 
Di berdewamê de Ozel, da zanîn ku di lîstikê de bal dikişîne ser talûkeyên li ser erdnîgariya kurdan û ev tişt anîn ziman: “Ez bal dikişinim ser dewlemendiyên me yên li her çar parçeyan. Bi awayekî têrket li Heskîfê xwedî nehat derketin. Qe nebe em ji bo wan dengê xwe derbixin. Em dizanin ku dewlet çî ye, hewce nake em vebêjin. Lê me jî bi dengekî bilind dikaribûn lê xwedî derkevin. Belkî em ji binavbûnê re nebûna asteng lê em dikaribûn li ber xwe bidin. Dibe ku rojeva vê lîstikê Heskîf be lê di rojeva bingehîn talankirina Kurdistanê ye. Ev talûke ne dûrî Sûr û Cizîrê ye. Em duh bi awayekî têrker li Heskîfê xwedî derneketin dibe ku sibê bên van deran. Ji bo wê çi dibe bila bibe divê em di nav dişberiyê de bin.”
 
‘HÎSEKE ECÊB’ 
 
Ozel, destnîşan kir ku lîstik bal dikişîne ser bûyerên rasteqîn û ji ber vê yekê gele bi nirx e û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Tişta ku herî zêde kelecanê da min vê taybetmendiya lîstikê bû. Heta îro cara yekemîn min rewşeke ku Kurdistanê vedibêje anî ziman û derxist ser dike. Ji ber vê hem gelek xemgîn hem jî gelek bi kêf im. Wiha di nav hîseke ecêd de me. Xwezî ev dîrok û çand di bin avê de nemana û em jî vê lîstikê nelîstina.”
 
QÊRÎNEKE KU KESÎ NEBIHÎSTIYE
 
Habîb Çelîk ku dekora lîstikê çêkiribû jî got ku tişta kirine qêrîneke û qêrîna Heskîfê ku kesî nebihîstiye. Çelîk, da zanîn ku bersiv ji qêrînê re nehatiye dayîn û xwedî li Heskîfê nehatiye derketin û ev tişt got: “Dîrok, çand, huner û bîranînên me di bin avê de man.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Tawisê ji piyên Swapnayê peydabûyî

Tawisê ji piyên Swapnayê peydabûyî

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist