Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Ma Musîcê konser da hezaran

February 3, 2023
0 0
Ma Musîcê konser da hezaran
Share on FacebookShare on Twitter

STENBOL – Ma Musîcê, li Stenbolê bi beşdariya bi hezaran konsereke bicoş pêk anî. 
 
Ma Music ku navenda wê li Amedê ye û xebatên çandî pêk tîne, piştî Enqerê li Stenbolê jî konsereke bicoş da. Konsera ku li Navenda Çandê ya Bariş Manço ya  li navçeya Avcilarê hat dayîn bi hezaran kes tev li bûn. Hunermendên Ma Musîcê ku bi eleqeyeke zêde ya beşdaran derketin ser dikê, stranên xwe di şexsê Jîna Emînî de diyariyê hemû jinên berxwedêr kirin. 
 
Hunermendan stranên hunermendên kurd Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yûsif, Merûf, Reşîdê Cindî, Alî Baran, Îsa Berwarî, Şukrî Rêkanî û Radyoya Erîwanê gotin. Beşdarên konserê jî bi çepik û tilîlî coş dan konserê. 
 
‘ME SOZ DA ZAROKAN’
 
Di dawiya konserê de ji Ma Musîcê Şêrko Kanîwar axaftineke kurt kir û ev tişt gotin: “Spasiya hemû kesên ku ked dan dikin. Beriya 6 salan me li Amedê soz da gel; çi dibe bila bibe em ê van zarokan bêmuzîk nehêlin. Ne tenê zarokan me got ku em ê malbatên zarokan jî bêmuzîk nehêlin. Hûn çi qas xwedî derkevin wê ev muzîk û çand ewqas bi pêş bikeve.”
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin

Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist