Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

‘Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikare pirsgirêka kurd çareser bike’

February 21, 2021
0 0
‘Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikare pirsgirêka kurd çareser bike’
Share on FacebookShare on Twitter

STENBOL – Serokê Egîtîm Sen a Jimare 1 a Şaxa Stenbolê Mesût Mîke, anî ziman ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê bi awayekî pedagojîk bê nirxandin. Mîke, destnîşan kir ku dê qebûlkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî tevkariyê li çareserkirina pirsgirêka kurd bike. 
 
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî, li gelek deveran çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin û di van çalakiyan de girîngiya zimanê zikmakî û perwerdehiya bi zimanê zikmaktî tê nîqaşkirin. Lê belê li Tirkiyeyê hîn jî kurdî bi polîtîkayên asîmlasiyon û înkarê re rû bi rû ye. 
 
Serokê Egîtîm Sen a Jimare 1 a Şaxa Stenbolê Mesût Mîke, destnîşan kir ku hêla herî sereke ya perwerdehiyê zimanê zikmakî ye. Mîke, destnîşan kir ku astengkirina vî mafî, di warê pedagojîk de dibe sedema gelek prisgirêkan. Mîke, anî ziman ku divê pirsgirêka zimanê zikmakî di çarçoveyeke pedagojîk de esas bê girtin, ji lew ra gava zarok bi zimanekî din bên perwerdekirin, dê gelek pirsgirêk rû bidin. 
 
PIRSGIRÊKEKE PEDAGOJÎK 
 
Mîke, anî ziman ku ev yek destpêka travmayan e û got: “Gava hûn zarokan bi zimanekî din perwerde bikin, dê ew zarok wekî kulîlkeke ji axa xwe qutbûyî biçilmise. Hûn ê bibin sedema mirina wî/ê. Ji lew ra mirov hestên xwe bi zimanê xwe tînin ziman. Heger hûn pêwendiya zarok qut bikin, hûn ê zarok ji hestên wî jî qut bikin. Zarokên ku ji zimanê xwe yê zikmakî dûr dievin, di warê xwebaweriyê de jî qels dibin. Yanî hûn nikarin ferdekî/e siheta wî/ê baş bigihînin. Bêbandorkirina ziman, bêbandorkirina kes e jî. Kes ji civakê qut dibe.” 
 
Mîke got: “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî, meseleyeke pedagojîk e. Xebatên zanistî jî îşaret bi vê dikin.” 
 
ZIMANÊ ZIKAMKÎ Û PIRSGIRÊKA KURD 
 
Mîke, ji bo kurdî jî destnîşan kir ku mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî ji ber pirsgirêka kurd tê astengkirin û got: “Li holê pirsgirêkeke kur heye û kurd di çarçoveya vê pirsgirêkê de doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin. Em Egîtîm Sen, vê meseleyê ne di warê siyasî de, di warê pedagojîk de dinirxînin. Heger pirsgirêka kurd astengyek ber li ebr vê, nexwe divê pirsgirêka krud bê çareserkirin. Heger pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, dê ji bo çareserkirina perwerdheiya bi zimanê zikmakî bivê nevê be. Dê hemû tiştên neyînî berteref bike. Qebûlkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dê tevkariyê li çareserkirina pirsgirêka kurd bike. 
 
MA / Nacî Kaya 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Dag: Zimanê dayikê divê berî her tiştî be

Dag: Zimanê dayikê divê berî her tiştî be

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist