Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Mala xwe kire dîwanxane

December 5, 2020
0 0
Mala xwe kire dîwanxane
Share on FacebookShare on Twitter

Dengbêj Ismaîl Seyranoglu ê Colemergî ku li Wanê dijî, ji bo rêz û rêçika dengbêjiyê bide jiyîn li Wanê ‘dîwanxane’ vekir. Seyranoglu li vir hem onlîne dersan dide. Ji 6 salî heta bi 22 saliyan şagirtên wî hene.

Seyranoglu got dengbêjî ne karekî wiha ye ku pê pere tê bidestxistin û got, ”Ev rêz û rêçikek e, mîrateyek e, çanda me ye ku ji bav û kalan maye. Ên ku hay ji vê raçînka çandî hene girîngiyê pê didin.”

Seyranoglu got bi populîzmê ev rêz û rêçik hatiye jibîrkirin, dengbêjî gencîneyek e. Seyranoglu got, ”Dengbêjî ji bo min tê maneya rengan. Tê maneya rûberê, dîroka wê, navê ji bo me gencîneyek e ku di klamên dengbêjiyê de veşartiye.”

Seyranoglu diyar kir li dijî asîmîlasyona çandî helwest daniye û got, ”Dema ku bi navê dengbêjiyê perwerdehiya dengbêjiyê didim zaroyekî 10 salî, wê demê dibînim ku li dijî asîmîlasyonê xwedî helwesteke çawa me. Çanda min, zaroktiya min dimire, li dijî vê heta mirinê ez ê dersan bidim.”

Seyranoglu got,”Divê em li ser dengbêjiyê rawestin. Niha bi dengekî bêrih dikarim hin gotinan bibêjim lê ev ne dengbêjî ye. Divê em xwe bigihînin raçînka çandî ya peyvan ku dengbêjan bi sedan salan e gotine. Em di wan klaman de wêje, dîrok, huner û Kurdiya dêrîn dibînin. Ez ê şagirtên xwe zêdetir bikim.”
 

Next Post
Li ser jiyana Mihemed Arif Cizîrî çend pirs

Li ser jiyana Mihemed Arif Cizîrî çend pirs

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist