Şêwekar Alî Zulfikar, ev 8 meh in li ser projeya bi navê Meqamê Çilan dixebitî. Di dawiya 8 mehan de wî xebata xwe ya vê projeyê bi dawî kir. Di projeyê de 8 tabloyên mezin hene ku Alî Zulfikar bi qelema reş li ser wan xebitiye. Pêr bi merasîmekê proje hat danasîn. Ev tablo bi dîwarên Cemxaneya Unna û Hawîrdora wê ya Civaka Elewî ve ne. Avahiya vê cemxaneyê ya li bajarê Elmanyayê Unnayê jî hîna nû hatiye avakirin. Ji ber tevdîrên koronayê merasîm bi beşdarbûna kêm kesan û nûnerên çapemeniyê hat kirin.
Alî Zulfikar beriya xêzkirina van tabloyan bi pisporên dîrok, gulbang û serpêhatiyên civaka Elewî re peyiviye; bi nivîskar, pîr û hunermendên din şêwiriye. Li belgeyên heyî jî kolaya. Axir di encamê de ew dibêje, “Min herêma me û Dêrsim anî ber çavên xwe, rûdên û cil û berg xêz kirin.”
Alî Zulfikar ê Entabî, ji bo wêneyê “Şah Îsmaîl” resmê wî yê li ser pereyan derbkirî kiriye esas. Herçî yên din in, li gorî texeyula xwe ew xêz kirine.
Ew bi bîr dixe ku resmekî xêzkirî yê Yunus Emre jî heye, lê di wir de porê wî kin e û dibêje, lê ew derwêş bûye, ji ber wê, wî Yunus Emre bi porê dirêj xêz kiriye.
Ji bo tabloya Pîr Sultan Abdal ew dibêje, “Rengê sor ê di tabloyê de nûneriya berxwedanê dike. Ew şoreşgerê serdema xwe ye. Min xwest wî bi tembûr, xirqe û sekna wî îfade bikim. Pîr Sultan kalê şoreşger ê Qoçgiriyê ye, Qoçgiriya sala 1921’ê li ber xwe dayî, zilm lê bûyî. Ez wî bi rêzdarî bi bîr tînim.”
Ji bo ku tabloyên wî yên bi qelema reş zû bi zû xira nebin, wî formulek peyda kiriye. Ew tiştekî ron ku wî çêkiriye piştî ku tablo qediya li ser tuwalê dike û tuwal bi vî awayî tê parastin. Ev sir û raza wî ye ku wî bi alîkariya dayika xwe çêkiriye.
Projeya bê Greta ye