Li Qeladizê bi boneya 22’emîn salvegera wefata hunermend Mihemedê Mamlê konsertek hate dayîn û Mamlê hate bîranîn.
Di saetên êvarê de li Hola Rewşenbîrî ya bajaroka Qeladiz a ser bi îdareya Raperînê, bi boneya 22’emîn salvegera wefata hunermendê navdar Mihemedê Mamlê konsertek hate lidarxistin. Di konsertê de gelek welatî amade bûn. Konserta stranan ji aliyê hunermend Raber Kurdistanî û Ebdullah Mihemed ve hate dayîn.
Di derbarê lidarxistina konsertê de endamê komîta amadekar a konsertê Xalid Babekir ji Rojnews’ê re axivî û got; “22 sal di ser wefata Mihemedê Mamlê re derbas dibin. Her sal li Qeladizê em hunermend Mamlê bi çalakiyên hunerî bibîrtînin. Salên derbasbûyî malbata Mamlê di merasîma bîranînê de amade dibû, lê îsal nekarîn amade bibin.”
Hunermend Mihemedê Mamlê di sala 1925’an de li taxa Xirê ya bajarê Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Xwendina xwe ya seretayî li Mihabadê temam kiriye. Di 23’yê Kanuna 1999’an de ji ber nexweşiyê li Mihabadê koça dawî kiriye.
(kş)