Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe

November 9, 2022
0 0
Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Li gorî nêrînên mamosteyên şanoyê, bi gotinên çîrokên civata li dor agir kom dibe û bi vegotina nêçîr, serpêhatî, çîrok û destanan dest pê dike. Pişt re bi tev li kirina hêmayên laş û sembol ev kevneşopî di nava demên de dewlemendtir dibe. Heya sedsala 20’an ev yek bi dengî derbasî nifşên nû bûye û heya dema yekem carê tê nivîsîn di demên kombûnan de ev yek tên nîşandan û dibin parçeyeke çalakiyên çandî. Evdirehîm Rehmî Hekarî di sala 1919’an bi lîstika xwe ya 2 perde ya bi navê “Memê Alan” a bi dirûşma “Şanoyê Kurdan fazîleta Kurdan noşî didît” dîroka şanoyê ya nivîskî da destpêkirin. Lîstik di Mîhrîcana Mîr Mîranê de dema Newroz tê pirozkirin tê nîşandan. Li gel vê hewldanê, çend rewşenbîrên kurd bi helwesta xwendin-nivînsandin, lêkonîn û pêşketinên mirovahiyê di nava civaka kurdan de jî bidin rûniştin “Komeley Zanistî Kurdan” ava kirin. Li gel vê destpêkê, gelek pêşketinên çandî, hunerî, lêkolînî bi pêşxistina şanoyê kurdî dest pê kir û nîşandanên şanoyê de komkirina aboriyê ev xebat hatin domdarkirin. Ji wê rojê heta îro şanoya kurdî di lêgerîna xwe ya xwebûnî didomîne, hewl dide bibe xwedî şanoyeke azad û serbixwe. 

Bi dirûşma ‘Va Cûdî û vaye ev ax’

Koma amadekar a mîhrîcanê dirûşma îsal ji rêzika helbesta Arjen Arî ya “Va Cûdî û vaye ev ax” hilbijart û balê kişand ser tecrît, şewitandin û talana xwezayê, şer, mêtingerî, bêdadî û di şexsê baviksalariyê de qetilkirina Jîna Emîniyê.  Axaftina “Em li hemberî kesên ku bi çekên kîmyewî sûcên şer pêk tîne, li hemberî tecrîd û zilma di girtîgehan de li ser dikê ne. Em ji bo Cûdî, Jîna Emînî, karkerên madenan, çand û hunera xwe, zimanê xwe li ser dikê ne.  Em li ser dikê ne û li vir in. Zimanê me li vir e, hunera me li vir e, gelê me li vir e, darên me li vir in û rehên me li vir in” ji aliyê temaşevanan ve bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin û peyamên hatine dayîn heya dawiya mîhrîcanê bandoreke mezin çêkir.

Ji bo piştgiriya mîhrîcanê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê wek sponsor piştgiriya Şanoya Bajêr kir. Gelek şanohez hêj çend roj beriya mîhrîcanê ji bo piştgiriyê biledên kombîne stendin û ev biled dan xwendekar û derdorên xwe. Ji bo kar û barên mîhrîcanê xwendekarên Ma Musicê hatin alîkariyê, malbatên xwendekarên Ma Musicê ji bo komên şanoyê û mêvanan xwarin vexwarin amade kirin. Karbeşiyeke xwezayî û kurdewar mohra xwe li vê mîhrîcanê da. Dika ku yekem carê li ser mîhrîcan dihat lidarxistin malovaniya komên şanoyê yên ji her aliyê Kurdistanê hatin kir. Bêgûman dîmenên 2 roj beriya mîhrîcanê yên ji kêliyên dawî yên 2 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) giraniyek dabû avakirin. Lê ji axaftina destpêkê heya lîstika dawî her kesek pê qaneh bû ku xwediyê şînê jî şahiyê bi giriyê behtir dê bi çalakvaniya bihêvî û bawer li dijî şerê qirêj bibe çareserî. Her yek bi karekî cuda lê her kes bi heman armancê dê şerê hebûn û xwebûnê bide û encam bigire.  

Çavkanî: #PolîtîkAzad

Next Post
Peyamên civakî yên Avan Sdiq

Peyamên civakî yên Avan Sdiq

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist