13. Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê a qada perwerdê ya Mexmûrê, bi coşek mezin di roja dûyem de didome.
Duh li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê, bi pêşengtiya Komîteya Çand û Werzîşê ya qada Perwerdê a Mexmûrê, 13. Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê destpêkir. Mihrîcan di roja xwe ya dûyem de dewam dike.
Di roja dûyem ya mihrîcanê de pêşbirkên werzîşê di navbera xwendevanên seretayî, Amadeyî û Navîn de pêkhatin. Pêşbirkên beza 100 metrî , maraton, dûr avêtin, bilind avêtin di navbera xwendevanan de çêbûn.
Mihrîcana ku di 2’ê Nîsanê de hatî destpêkirin, wê sibe li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê, bi pîrozkirina Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dawî bibe.
(xt-ah)