Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Mihrîcana Fîlmên Kurdî bi fîlma ‘Kurdên Êzidî’ dest pê kir

March 25, 2022
0 0
Mihrîcana Fîlmên Kurdî bi fîlma ‘Kurdên Êzidî’ dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

STENBOL – 2’yemîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê bi fîlma bi navê “Kurdên Êzidî” dest pê kir. 
 
2’yemîn Mihrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê dest pê kir. Mîhrîcan, ji aliyê Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê li ewyana Çand û Hûnerê ya Celîl Candaş bi filma bi navê “Kurdên Êzidî” ya Amasi Martirosyan ku di sala 1933’yan de hatiye çêkirin, dest pê kir. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengûl Demîr û Cengîz Çîçek, Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, nîviskar Gulten Kaya û gelek endamên saziyên civakî tevli bernameyê bûn. 
 
Mîhrîcan dê heya 29’ê Adarê bidome û bi giştî dê 28 fîlm bên nîşandan.
 
FÎLMÊN ME ÇÎROKÊN ME NE
 
Pêşkeşvanên bernameyê û endamên Navenda Çanda Mezopotamya yê (NÇM) bi kurdî û tirkî li ser navê malbata NÇM’ê û Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê xêrhatina beşdarvanan kirin û gotin: “Me îsal jî, di 2022’yan de, ji bo we 27 fîlm anîn ba hev du. Di nav van fîlman de em ê dîsa çîrokên kurdan yên ku li çar aliyê dinyaye belav bûne û bi hesretekê dijîn bibînin û bibîhîzin. 
 
Em ê di hin fîlman de rengên pîroz li ser hespekî mirî, di hin cihan de dayikek dûr û dirêj li Heskîfê dinêre, Heskîfa ku di bin avê de mayî. Wêneyê Tahir Elçî, di stadyumeke futbolê de, kurdên êzidî, Celîlê Cemîl, ji bo welatê dê û bavê xwe ji rewanê, ji Çiyayê Elegezê radibe û diçe Viyanayê û ber bi dawiya emrê xwe tê gundê xwe, dûr û dirêj li zozanên Qersê mêze dike… 
 
Em ê Sidîq bibînin, ji bo welatê xwe dikeve şopa pilingekî, li ser çiyayên başûr digere û ev jî, Sidiq jî, dûr û dîrêj li çiyayan dinêre, çeman dinêre. Ev fîlm, di vî warî de ji me re tiştekî dibêjin, çawa ku ev kes di fîlman de li bajaraan dinêrin, çem û çiya û zozanan dinêrin, em ji wek temaşevan tevli wan dibin û li welatê xwe dinêrin. Ji ber vê yekê jî, ev fîlm ji me ne, ji çîrokên me hatine çêkirin.”
 
‘ELEQEYEKE MEZIN’
 
Pîştî axaftinan, Koma Aryen derket ser dikê. Piştî stranên Koma Aryenê, fîlmê “Kurdên Êzidî” bi binenivîs (Kurdî-Tirkî-Rûsî) hat nîşandan. 
 
Di adwiya fîlm de temaşevanan lis er pêyan li çepikandan û roja ewil a mîhrîcanê bi vî awayî bi dawî bû. 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide

Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist