Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê kir: Em li dijî şer li ser dikê ne!

October 20, 2022
0 0
Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê kir: Em li dijî şer li ser dikê ne!
Share on FacebookShare on Twitter

 
AMED – 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê Şanoya Bajêr a Amedê bi coş dest pê kir. Di mîhrîcanê de hat destnîşankirin ku ew ê li hemberî şer û bişavtinê li ser dikê bin. 
 
8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax” dest pê kir. Gelek şanohez tevlî mîhrîcanê bûn. Mîhrîcan bi daxuyaniya ku ji aliyê şanoger Berfîn Emektarê ve hat xwendin dest pê kir. Piştî daxuyaniyê şanoya “Hema Hema Jin Elizabeth” hat lîstin.
 
‘JI BO JIYANEKE NÛ LI SER DÎKÊ NE’
 
Emektar di daxuyaniyê de bilêv kir ku di tevahiya dîrokê de, berdêla şopandina heqîqetê her giran bûye û wiha got: “Lê berdêla wê çi dibe bila bibe, ji bo jiyaneke nû, em li ser dikê ne. Ji bo ku em di nava êşa ku şer, mêtingerî, bêdadî û qirkirina çandî afirandine de têk neçin, em ê bibêjin ku tarîtiya vê serdemê ne çîrok e. Em ji bo vê yekê li ser dikê ne. Ji bo ku em serpêhatiya xwe ji nifşekî derbasî nifşekî din bikin, di guhê wan de bibêjin û carinan jî biqîrin em li ser dikê ne.” 
 
 
 
‘EM LI VIR IN’
 
 
 
Emektar wiha domand: “Heta ku em careke din strana xwezaya ku hatî talankirin bibihîzin, heta ku tevahiya rehên di binê axê de veşarî yên darên ku li daristanên hatine şewitandin careke din şîn nebin, heta ku Çiyayê Cûdî bi pelên xwe yên şînbûyî serkeftina xwe biqîre, em li ser dikê ne. Heta ku qîrîna azadiya jinê li tevahiya cîhanê û bi taybetî jî di van demên dawî de li Îranê, hişmendiya mêrsalarî serobino bike, em li ser dikê ne. Ji bo ku em bigihîjin heqîqetê, em ê li ser van dikan wêneyê zilmê û tarîtiyê xêz bikin. Lewra rastî her û her li cihekî li van deran e. Em ji bo Cûdî, Jîna Mahsa Amînî, karkerên madenan, çand û hunera xwe, zimanê xwe li ser dikê ne. Em li hemberî kesên ku bi çekên kîmyewî sûcên şer pêk tîne, li hemberî tecrîd û zilma di girtîgehan de li ser dikê ne. Em li ser dikê ne û li vir in. Zimanê me li vir e, hunera me li vir e, gelê me li vir e, darên me li vir in û rehên me li vir in. Wek ku helbestvan Arjen Arî jî gotîye: “Va ye Cûdî û va ye ev ax!”
 
Piştî daxuyanî yê lîstika bi navê “Hema Hema Jin Elizabeth”  ku Darîo Fo nivîsandiye û Dîlawer Zeraq jî ew wergerî kurdî kiriye hat lîstin. 
 
BERNAMEYA SIBÊ
 
* 21’ê Cotmeh: Kumpanyamed – Tayo, Datdat ve Oncekî Bazi Hayatlar (15.00)
 
* 21’ê Cotmeh: Ban Theather (Almanya-Hamburg) û Antract Theather (Belçika) – Qesra Balindeyên Xemgîn (20.30)
 
 
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin’

‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist