Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome

October 24, 2022
0 0
Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
Share on FacebookShare on Twitter

AMED –Îro di 8’emin Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê de lîstikên bi navê “Morî” û  “Çîrokeke Cengê” hatin lîstin. 
 
8’emin Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê ku bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax!” dest pê kir, didome. Bernameya şanoyê ya îro bi lîstika “Morî” ku ji aliyê Şanoya Mask û Şanoya Temrînê ve hatibû amadekirin dest pê kir. Mmaosteyê şanoyê Ghotbedin Sadeghî yê ji Îranê jî di nav de gelek şanohezên ji Başûrê Kurdistanê û ji bajarên derdorê tevlî bernameya îro bûn. Berî şanoyê lîstikvan, derhêner û şanohez li ser şanoyê sohbet kirin. 
 
Piştî sohbetê bernameya îro bi lîstika “Morî”yê dest pê kir. 
 
Lîstik ji aliyê Serdar Tûrhan hatiye nivisîn û derhênerê wê Cengîz Yasar e. Di lîstikê de Ozge Samûkê lîst. Mijara “Morî”yê li ser jineke 29 salî ye ku di tekstîlê de dixebite. Morî, di nava bahola xwe ya belav bûyî de bîranîn, ciwanî û jinbûyina xwe, dêya xwe û birayên xwe dihewîne û li ser mijarên, pirsgirekên civakî, zewac, zext û qetilkirina jinan disekine. 
 
Piştî lîstikê lîstikvana ŞanoWanê Perînaz Delazyê plaket da Samûkê. 
 
Di dawiya bernameya îro de lîstika “Çîrokeke Cengê” ya ji aliyê Mûrathan Mûngan ve hatiye nivîsandin û Îhsan Ararat ew wergerandiye kurdî hat lîstin. Mijara “Çîrokeke Cengê” bi ser şerê Binalî Axa û Temo dest pê dike. Lîstik balê dikişîne ser, hevaltî, dijminatî, êş û bêbextiyê.
 
Sibê dê di mîhrîcanê de lîstika “Tu Ne Gara Yî” û “BEST: Son Çagri” bê lîstin. 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Li Amedê panela ‘Berawirdiya Varyantên Memê Alan’

Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist