Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê endama rêveber a yekîtiyê Avesta Xabûr axivî, mihrîcan li jinên ciwan pîroz kir û got, “Em ê xeta têkoşînê heta damezrandina civakeke demokratîk û azad dewam bikin.”
Piştî xwendina peyamên pîrozbahiyê jî hunermend Yasmîn Mihemed a ji Tebqayê stran, Koma Govendên Kurdî ya ji Minbicê, Koma Hunerên Gelêrî ya Tebqayê, hunermenda ciwan Qemer a ji Minbicê, Koma Botan a Tirman a ji Minbicê, hunermend Munetullah a ji Reqayê, Koma Malbatên Şehîdan a ji Reqayê, Koma Govendê ya ji Dêra Zorê, Komên hunerê şer ê Taekwondo yên Minbic û Reqayê hunerên xwe pêşkêş kirin.
TEBQA