Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Mîhrîcana Zarokan a ‘Xeyalên me qirêj nekin’ hat lidarxistin

May 22, 2022
0 0
Mîhrîcana Zarokan a ‘Xeyalên me qirêj nekin’ hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Jinan ya UTAMARA, li Bûrgerparka Unkelê bi şîara “Xeyalên me qirêj nekin” Mîhrîcana Zarokan li dar xist. Zarokên ji neteweyên cuda yên hatin gel hev, bi reqs û stranên xwe derketin ser dikê. Ji bilî herêma Rheinland-Pfalzê ji gelek deverên NRWê jî malbat tev li mîhrîcanê bûn.

Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê anî ziman ku armanca wan ew e ku bi rojekê be jî zarok bêyî rastî tu cudahiyan werin, ji çi qewim, civak, ol, reng û curî bînin ba hev û di atmosfereke azad de, xeyalên zarokatiyê yên nehatine qirêjkirin bi azadî bijîn.

Di mîhrîcana ji bo zarokan hat lidarxistin de ji bo ku zarok bilîzîn îstasyonên lîstîkan ên wheel – park, qesrên hilpekînê, ajotina erebeyan û çalakiyên boyaxkirina rû, siwarbûna hespên pony, xêzkirina wêneyan li ser cam û li ser caw hatin organîzekirin.

Her wiha koroya zarokan, koma perperokên ji zarokên 3 salî pêkhatî, folklora zarokan a bi navê  Govenda Romanî‘, reqs û stranên ji Sûdanê, stran û çanda tembûrê ya Komeleya Elewiyên Bonn- Beuel û muzîka hîp – hop û stranên ji aliyê ciwanên ji Bad Honnef tanztê cih girtin.

Mîhrîcana ji gelek malbatên ji neteweyên cuda yên wek ji Kurdan bigre, heta bi Ereb, Elman, Ukraynayî, Tirk, Efrîkî, Arnawidî tev lê bûn ji ber xweşiya hewayê heta derengiya evarê li qada mîhrîcanê man. Di mîhrîcanê de ji xwarinên gelêrî yên Kurdan jî gelek hat hezkirin.

Mîhrîcan bi stran û govendên zarok û malbatan bi dawî bû.

         

        

Next Post
‘Aforoz’ behsa qewirandina Ziko dike

‘Aforoz’ behsa qewirandina Ziko dike

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist