Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Mîley û Ventûrînî sansûra li ser ‘Ocalan’ a Elmanya şermezar kir

January 5, 2021
0 0
Mîley û Ventûrînî sansûra li ser ‘Ocalan’ a Elmanya şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Dr. Thomas Jeffrey Mîley li Zanîngeha Cambrîdge ya Ingilistanê û Dr. Federic Venturini jî li Zanîngeha Udînê ya Italyayê du zanyar in. Pirtûka bi navê, ”Your Freedom and Mine: Abdullah Öcalan and the Kurdish Question in Erdogan’s Turkey” ‘Azadiya min û te: Li Tirkiye ya Erdogan Abdullah Ocalan û Pirsa Kurd’ çapa wê ya Erebî gumrika Elmanya dest danîbû ser.

Derket holê ku pirtûka Dr. Thomas Jeffrey Miley li Zanîngeha Cambrîdge ya Ingilistanê û Dr. Federic Venturini jî li Zanîngeha Udînê ya Italyayê du zanyar in ji bo çapa Erebî 500 pirtûk ji ber ku li ser rûyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, li gumrikê dest danîne ser. Nivîskarên pirtûkê Elmanya şermezar kirin.

‘SALÊN TARÎ YÊN ELMANYA BIBÎR DIXIN’

Nivîskaran daxwaz kir ku tavilê sansûra li ser Ocalan a Elmanya divê bê rabûn û ev tişt got:

“Salên ku welatên Ewropa dest danîn ser pirtûkan borîn e. Elmanya bi vê helwesta xwe wan salên tarî bibîr dixe. Ev pirtûka me bi gelek zimanan hatiye wergerandin û li Parlementoya Ewropayê hatiye danasîn. Ti demê pirtûka me rastî sansûrekî wiha nehatiye. Tam berovajî ji bo çareseriya pirsa Kurd perspektîf pêşkêş kiriye, eleqeyek zêde ji bo wê hatiye nîaşndan.”

Di pirtûka ku ji aliyê Weşana Blac Rose ve bi zimanê Îngîlîzî pêşkêşî xwendekaran kiriye, bal kişandiye ser rola Ocalan a di çareseriya pirsa Kurd de. Di vê pirtûkê de heta niha li pirtûka li gel Îngîlîzî bi Îtalî, Portekîzî û Erebî hatiye belavkirin de cih daye hevpeyvînên siyasetmedar, rojanmevan û gelek parêzvanên mafê mirovan.

ÇI BÛBÛ?

Çend mehên bihurî jî ji bo ku pirtûk bigihije ber destê xwendekarên Ereb li Bochumê ya Elmanyayê Komeleya Lêkolînên Kurd biryar li ser da ku li Erebî wergerîne. Xwest ku çapa Erebî ya ku li Kahîre ya Misrê hatî kirin bi rêya postê ji Elmanyayê re bişîne.

Lê gumrika balefirxaneya Dusseldorfê xeta ku resmê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser kire hincet û dest li ser 500 pirtûkî danî. Hate gotin pirtûk li depoya gumrikê ya li Dusseldorfê ye û ji 13’ê Cotmehê û vir ve têne hiştin. Elmanya qîma xwe bi vê jî neanî û li ser kirîdarê pirtûkê lêpirsîn vekir.

Next Post
Fatêxan ‘Kezî’ya xwe îmze kir

Fatêxan ‘Kezî’ya xwe îmze kir

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist