Pryimachenko ji ber bi hesteke saf û paqij wêne çêkirine, wek nûnera “hunerê saf” jî dihat naskirin. Ew li gundekî nêzî Çernobîlê hatiye dinyayê û hema bêje tevahiya jiyana xwe li gund bihurandiye. Tesîra xwezayê û gund li ser hunerê wê bandoreke baş çêkiriye. Her wiha wê guh daye efsane û çîrokên gelêrî jî. Ev bandor di tabloyên wê hemûyan de xuya dike. Wê bêhtir li ser seramîkan motîfên Ukraynayî xêz kirine û her wiha bi boyaxê jî tabloyên cuda resmandine. Dema Pablo Picasso li Parîsê diçe pêşangeha wê, xwe nagire û ji bo wê dibêje, “Ez li ber mucîzeya hunerî ya vê hunermenda Ukraynayî bejna xwe ditewînim.”
Nexweşî hesasiyeta wê zêde dike
Kulîlkên li ser qûmê
Pryimachenko sala 1936’an li Sovyetê pêşangeha xwe ya ewil vedike. Li Moskov, Lenîngrad û Varşovê jî ev pêşangeha wê tê vekirin û di vê pêşangeha xwe de ya ku weke “pêşangeha gel” tê zanîn, dîplomayekê werdigire. Wekî din ew êdî derdikeve derveyî Rûsyayê û li Sofya, Montreal, Prag û Parîsê jî wêneyên wê di pêşangehan de cih digirin. Sala 1937’an pêşangeheke wê li Parîsê çêdibe û ew bi vê pêşangeha xwe li dinyayê tê naskirin.