Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin

September 21, 2021
0 0
Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
Share on FacebookShare on Twitter

WAN – Komeleya Çand, Huner û Lêkolînê ya Aryenê, ji bo zarokên bala wan li ser muzîkê dest bi perwerdehiya zimanê zikmakî jî kir. 

Li Wanê xebatên atolyeyê yên Komeleya Çand, Huner û Lêkolînê Aryenê didomin. Ji bo kursên keman, piyano, gîtar, erbane, wêne, santûr û tembûrê yên komeleyê eleqeyek zêde heye û her wiha ji bo atolyeya zarokan a komeleyên jî eleqeyek baş heye. Komele, perrwedehîya zimanê zikmakî dide zarokan û muzîkê bi reng û îşaretan li ber dilê wan xweş dike. 
 
BI RENGAN NOTAYAN HÎN DIBIN
 
Rêvebera komeleyê Fadîme Polat, diyar kir ku ew çanda erdnîgariyê esas digirin û piraniya xwendekarên wan zarok in. Polat, anî ziman ku ji bo zarokan xebatên çand û hunerê yên cuda dikin û got: “Mesela em perwerdehiya rîtim û muzîkê bi rengan û amûrên rengîn ên muzîkê didin zarokan. Em li ber feraseta ‘zarokên 2-5 salî nikarin muzîkê hîn bibin’ rabûn û me formatek nû afiran û bi vî awayî bi rihetî pererdehiya nota û rîtimê didin zarokan. Her wiha em bi portreyan notayan rê zarokên 10 salî didin. Em bi kartên notayê yên rengîn û lîstika rengan notayan rê zarokên 2-5 salî jî didin. Bi vî awayî baştir têdigihên û piştî wextekê navê notayê hîn dibin. Em rîtimê jî bi qedehan hêsan dikin û rê wan didin. Zarok bi vî awayî baştir fêm dike.” 
 
PERWERDEHIYA BI STRANÊN KURDΠ
 
Polat, da zanîn ku perwerdehiya kurdî li gor temenên kesan didin û got: “Em stranên kurdî dibêjin û em gotinên stranê bi mîmîkan didin der. Zarok jî wan gotian bi vî awayî fêm dikin û dizanin tê çi wateyê. Dersên koman hefteyê saetekê ye û malbatên wan jî tevlê dibin. Heya niha eleqeya ji bo atolyeyên me pir baş e û em dixwazin ev bidome. Em li gor her temenî perwerdehiya keman, piyano, gîtar, erbane, wêne, santur, tembûr, bilûr û pîspîskê didin. Kesên dixwazin tevli atolyeyan bibin, em li benda wan in.” 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Leyla û Mecnûn  a Şêx Mihemed Can

Leyla û Mecnûn a Şêx Mihemed Can

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist