Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

‘Muzîka min ji erdnîgarî û çanda me ye’

October 17, 2022
0 0
‘Muzîka min ji erdnîgarî û çanda me ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Hunermendê Kurd Yahhya ku di demeke nêz de albûma wî ya destpêkê ya solo Dereng tê weşandin, dema navê albûmê vedibêje, dibêje ku ‘Dereng’ bi rengekî metaforîk tê wateya ‘Ji bo ti tiştî dereng nîne’.

Yahhya dibêje, “Di tûrikê min de gelek gotin û çîrokên ji erdnîgarî, çand, mirovên me hene.”

Yahhya li ser albûma xwe ya destpêkê ‘Dereng’ ji ANF’ê re axivî.

Yahhya anî ziman ku dema ew muzîkê dike ew xwe ji cihekî xwedî nake, ji cihê ku xwe xwedî dike stranan çêdike, ya di tûrikê xwe de parve dike.

Yahhya got, “Di tûrikê min de hêvî, bêhêvî, gotin û çîrokên ji erdnîgariya me, ji çand û mirovên me hene.”

Yahhya diyar kir ku di albûma xwe ya destpêkê de ew gelekî xebitîn, ji nava 12 stranan 8 stran hilbijart, bi berfirehî li ser sekinînin û got, “Tevî ku albûma destpêkê ye, qeyda destpêkê ya li studyoyê ye, bi dîtina min bu albumeke baş. Nêzîkatiyên gelekî erênî jê re hate nîşandan. Şîroveyên li ser stranan û klîbê ez gelekî kêfxwşe kir.”

Li ser stranên rock, slow û pop ên di nava albûmê de Yahhya got, “Bi qasî ku stranbêjim, ez guhdarek im. Naxwazim ku stranbêjek min bixe nava halekî bi tenê yê ruhî. Dixwazim li hin deveran coş û kelecanê bide, li hin cihan xemgîn bike. Lewma balans, hevsengî û cihêrengiya di albûmekê de bi dîtina min tiştekî baş e. Her wiha gava mirov bala xwe dide ser şîroveyan, dibînin ku strana favorî ya her kesî cuda ye. Ev jî nîşan dide ku her kes ji nava vê albûmê tiştekî ji bo xwe peyda dike.”

Têkildarî zor û zehmetiya muzîka bi zimanê dayikê jî Yahhya wiha axivî: “Tişta hêsan û rehet timî tiştekî ji mirovan dibe, bêyî ku haya mirovan jê çêbibe. Muzîka bi zimanê dayikê hêsan e, lê belê jidestdana çand û dayikê jî ewqasî hêsan bûye. Navê Kurdî zêde bûne, lê belê axaftina bi Kurdî kêm bûye. Mixabin hejmara Kurdên ku bi Kurdî fêhm dikin lê belê nikarin biaxivin gelekî zêde bûye.”

Next Post
Gulvedana Zembîlfiroş û Gulxatûnê

Gulvedana Zembîlfiroş û Gulxatûnê

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist