Terorîstên DAIŞ´î Tebaxa 2014´an êriş bire ser civaka Êzîdî ya li Başûrê Kurdistanê. Bi ecêban mirov hatin qetilkirin. Bêhtirî 3 hezar jin û zarokên Êzîdî revandin û birin herêmên di bin kontrola DAIŞ´ê de. Bi salan li zilma DAIŞ´ê li wan bû. Yek ji wan jî Amîra ye.
Dema min lêkolîn dikir ji bo filma xwe ya duyem a li ser Êzîdiyên mexdûr û yên rizgarbûyî, min ew nas kir. Gava DAIŞ´ê Amîra revand, ew hîna 6 salî bû. Li Tirkiyeyê hema bêje tesadufî hat dîtin. Paşê bi zehmetiyan mirov karîbû wê bibe nav civaka Êzîdî. Ji bo ku Amîra bijî, pêdiviya wê bi alîkariya lezgîn heye. Divê Amîra bijî, têr bixwe û karibe biçe dibistanê.
Navê min Amîna Xudêda ye. 12 salî me. Malbata min 12 nefs bû: Bavê min, dayika min, ez, 5 birayên min û 4 xwişkên min.
Gava DAIŞ´ê êriş kir ez 6 salî bûm, li Werdiyê dimam. Îro jî ew roj hinekî tê bîra min. Jin û zarok li aliyekî, zilam li aliyê din kom kirin.Min nedizanî çima wilo kirin. Piştî hingê em bi dayika xwe re li bajarekî din ê Iraqê man. Piştî bi çend mehan DAIŞ´ê ez û birayê min ê piçûk Amîr ji dayika min stendin û em birin Sûriyê.
Em ji sînor girtin û bi otobusan birin Enqerê. Li wir diviyabû em li cem polês xwe qeyd bikin. Polês fêm kir ku em ne zarokên bi rastî yên Mama Xetîce ne. Destûr nedan em bi wê re biçin. Û nêzî Enqere li Kirşehîrê em birin navendeke miqatebûna li zarokan. Li gelek zarokên din hebûn ku dê û bavên wan nebûn yan jî nikarîbûn li wan miqate bin. Ez diçûm dibistana keçan, Amîr diçû dibistaneke din. Di bêhnvedanan de, yan di dema çalakiyên ji bo şagirtan de û dawiya hefteyan me karî hev bibînin.