Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir

October 8, 2021
0 0
NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
Share on FacebookShare on Twitter

STENBOL – NÇM’ê ji bo salvegera 30’yemîn a damezrandina xwe ku wê şahiyekê li dar bixe banga beşdariyê kir.
 
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) 30 sal li pey xebatên xwe hişt. Ev saziya ku di warê çand û hunera kurdî de xebatên hêja û girîng heta îro anî, di 27’ê Îlona sala 1991’an de li Stenbolê ji aliyê Mûsa Anter (Apê Mûsa) û hevalên wî ve hatibû damezrandin. NÇM bi konser ango şahiyek taybet 30’yemîn salvegera xwe pîroz dike. NÇM ji bo beşdariya vê konserê banga beşdariyê kir. NÇM’ê diyar kir ku ew ê di 16’ê cotmehê de li Navenda Çandê ya Bostanciya Stenbolê vê konsera xwe li dar bixe. 
 
‘BERBANGA AZADIYÊ YE…’ 
 
“30 sal berê li kolaneke teng ya Stenbole. Kelecanek şermoke di ruyê hemû kesan de. Dengê stranan tê ji saloneke biçûk. Hemû kes dixwazin vê kêliyê bi çavên xwe bibînin. Apê Mûsa û Apê Feqî wek xwediyên malê bi hurmet pêşwazî dikin mêvanan. Û govend destpê dike. Ew kelecan ji wê kolana teng belav dibe hemû cîhanê. Zarok distirên, stranên kal û pîrên xwe. Rihê hezar salan ji nû ve tov dide ji wê kolana teng. Û mezin dibe ew zarok  çîrokên xwe vedibêje ji cîhanê re. Geh  fîlman dikşîne geh şanoyan ava dike û geh  wêneyan xêz dike.
 
Sal 2021. Ev çîrok bi hemû kelecana xwe hê jî berdewam dike. Govenda Apê Mûsa da destpêkirin hê jî li benda govendgera ye. Heta niha gelê Kurd li vê çîrokê xwedî derket û ev govend qet nesekinî.  Berbangê, xwe da hîs kirin. Bêhna azadiyê tê ji her derê û ew kelecana roja ewil jî  vediguhere kêfxweşiyê. Werin em bi hev re Berbangê pêşwazî bikin. 
 
Cih: Bostancı Gösteri merkezi Dîrok/Saet: 16 Cotmeh Şemî 18:00” 
 
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Hunermendan serdana Xelîl Xemgîn kir

Hunermendan serdana Xelîl Xemgîn kir

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist