Tîmur Çelik ji Gumuşhaneyê ye û ji beşê şêwekariyê yê Zanîngeha Marmarayê mezûn bûye. Wî beşek ji mala xwe ya li Berlînê veguherandiye atolyeyeke piçûk. Gava mirov dikeve hundirê atolyeya wî, mirov wêneyê ji helîkopterê avêtina Servet Turgut û Osman Şiban, portreyeke siyasetvana Kurd Gultan Kişanak, û wêneyê bi navê “Şahsim [Tinazê xwe bi serokkomarê Tirk Erdogan dike yê ku ji xwe re dibêje, Şexsê min]” xuya dikin.
Dewleta Tirk, Tîmûr Çelîk sala 1986’an bi eskeriya mecbûrî dişîne Wanê û li wir hîna nû ew hîn dibe ku Wan bajarekî Kurdan e: “Ya rastî, em şandibûn nêçîra Kurdan. Dewlet rengê mirov nebîne jî, gava mirov ji Derya Reş be yanî ji Trabzon, Rîze, Sînop, Gumuşhaneyê be, ji bo dewletê, mirov dikare van kesan bişîne nêçîra Kurdan. Yanî gava mirov eskerekî ji Derya Reş be, çi ji bo dema kurt û çi ji bo dema dirêj, ne xem e. Ew mirovî dişînin nêçîra Kurdan!”
Li ser bûyera ji helîkopterê avêtina Osman Şiban û Servet Turgut, ew tîne bîra xwe ku qişla wî lê eskerî kiribû li quntara Çiyayê Reş bûye û dibêje, “Gava min bûyer bihîst, ez di hizra xwe de çûm wan deran. Hestiyar bûm. Şax ha li wir e, bi çeprastî hema li pişt Çiyayê Reş e. Min ew erd anîn bîra xwe. Min li parvekirinên li pey hev nihêrî, min rojnamevanên hatî girtin dîtin, wan nûçeya bûyerê çêkiribû. Piştî bûyerê bi hefteyekê min nivîsa Îrfan Aktan xwend. Digot, ‘Çavên bixwîn ên Osman Şiban çi ji we re dibêjin?’. Dîtira rojê min biryar da wêneyê bûyerê xêz bikim.”