Festîvalê doh li Cenevreyê li Navenda Çandê Kugler Foundry dest pê kir û wê 3 rojan dewam bike. Di festîvalê de film wê bên nîşandan, çalakiyên muzîk û çanda Rojava hene. Navenda Çandê Pargîn ya li Rojava û Tev-Çand bi hevkarî festîvalê organîze dikin. Swîsreyê vîze neda endamên Navenda Çandê ya Pargîn. Endamê Tevgera Çand û Huner (Tev-Çand) Yilmaz Beyazgul got, belgeyên lazim û garantiya vegerê jî hat dayîn, dîsa jî vîze nedan. Wî got, “Ji ber vê yekê me di plansazî û bernameya festîvalê de hin guhertin ji neçarî kirin.”
Endama komuna film a Rojava, Sevinaz Evdike nerazîbûn nîşanî redkirina vîzeyê da û got, “Nihêrîna welatên Ewrûpayê li Rojhilata Navîn û Welatên Dinya Sêyem bi mesele ye. Ez weke hunermend sê caran çûme Swîsreyê. Swîsre û welatên Ewrûpayê li her kesê ji Rojava û welatên dinya sêyem tê, weke ku penaber be dinihêre. Me weke hunermend nabîne.”
Li Rojava, li gundê Deşta Sûsê yê Dêrikê Pargîn hat damezrandin. Pirraniya wan Koçer 25 kesan di avakirina wê de cihê xwe girtiye. Di beşa muzîkê ya saziyê de Mehmûd Berazî ve Şêro Hindê jî cihê xwe digirin.