Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Nivîskar û helbestvan wê pirtûkên nivîskarên girtî îmze bikin

October 21, 2021
0 0
Nivîskar û helbestvan wê pirtûkên nivîskarên girtî îmze bikin
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo nivîskarên di girtîgehê de dê li Amedê bernameya îmzekirina pirtûkan li dar bixin. 

PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo nivîskarên di girtîgehê de dê di 24’ê Cotmehê de li Pirtûkxaneya Payîzê (Lîlav) ya li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê, bernameya îmzekirina pirtûkan li dar bixin. Wê bername di navbera saet 14.00 û 17.00’an de pêk were. Di bernameyê de wê pirtûkên Medya Yaklav, Mizgîn Ronak, Osman Menaf, Ehmedê Bilokî û Ahmed Huseynî werin îmzekirin. 
 
Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sûltan Yaray derbarê bernameyê de axivî. Yaray, diyar kir ku hejmara nivîskarên ku di girtîgehê de ji 90’an zêdetir e û wiha got: “Navnîşanên nivîskarên girtî bi me re hene. Berhemên wan tên lê xuyaye ku derfetê çapkirinê nabînin. Wek komele em vê peywîrê jî digirin ser xwe, heger em nikarin hemû pirtûkên nivîskaran çap bikin jî qet nebe berhemeke wan derxînin û bi xwendekaran re bidin nasîn.”
 
ARMANC XWEDÎ DERKETINA NIVÎSKARÊN GIRTÎ YE
 
Yaray, destnîşan kir ku armanca wan xwedî derketina li nivîskarên girtîgehan e û wiha berdewam kir: “Ji bo em balê bikişînin ser berhemên wan, balê bikşînin ser nivîskarên girtîgehê de me ev bername amade kir. Em weke PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd me biryar daye ku dahata ji pirtûkan tê em ê ji nivîskaran re bişînin.” Yaray, da zanîn ku nivîskar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî wê şûna nivîskarên girtî pirtûkan îmze bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nav hêj ne diyar in lê me ji çend kesan re gotiye.”
 
WÊ LI BAJARÊN CUDA JÎ BERNAMEYAN LI DAR BIXIN
 
Yaray, bi lêv kir ku piştî bernameya Amedê wê li bajarên Mêrdîn, Êlih, Riha û Wanê jî bernameyan li dar bixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê dever bi dever bi hevalên nivîskaran re bikevin têkiliyê û li gorî pêşniyarên wan em ê bi saziyên li wan bajaran bernameya xwe bidomînin. Piştî bajarên li derve biqedin em ê dîsa vegerin Amedê heta ku yek nivîskar jî di girtîgehê de bimîne em ê van çalakiyên xwe bidomînin.”
 
BANGA XWEDÎ DERKETINÊ
 
Yaray, bang li raya giştî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi rastî jî derfetê nivîskarên di zindanan de tune ne ku pirtûkên xwe bidin xwendin. Ev peywîr li ser me hemûyan ferz e ku wê rojê li nivîskarên di girtîgehê de xwedî derkevin.”
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Şaredariya Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan li dar dixe

Şaredariya Silopiyayê Mîhrîcana Şano û Zarokan li dar dixe

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist