Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Nivîskarên girtî bibîr anîn

November 14, 2022
0 0
Nivîskarên girtî bibîr anîn
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Komeleya Wêjekarên Kurd û PENa Kurd bi boneya “Roja Nivîskarên Di Zîndanan De” komxebatek li dar xist. Di bernameyê de nivîskar û wêjehezan helbestên nivîskarên kurd yên di zindanan de xwendin. 
 
Bernameya komxebata “Roja Nivîskarên Di Girtîgehan De ya Cîhanê” ya Komeleya Wêjekarên Kurd û PENa Kurd li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd hat lidarxistin. Di bernameyê de nivîskar û wêjehezan helbestên nivîskarên girtî xwendin. Helbestvan Roza Metînayê helbesta bi navê “Cotmeha Min” a helbestvana girtî Leyla Saraçê, nivîskar Fatma Taşlitûnçê helbesta bi navê “Çûm” ya Ehmedê Bilokî û Ronahî Farqînê jî helbesta bi navê “Êşên Evînê” ya Mem Farqîn xwend. Her wiha Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan û nivîskar Veysî Ulgen jî helbest xwendin. 
 
‘EM XWE NASPÊRIN BEXTÊ XEMGÎNIYÊ’
 
Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan ku di bernameyê de axivî, bal kişand ser rewşa nivîskarên kurd ên girtî. Fîdan diyar kir ku gelek nivîskarên kurd yan di girtîgehan de ne, yan jî mişextî ne û ev tişt gotin: “15’yê Mijdarê di sala 1981’ê de ji aliyê PENa Navneteweyî ve wekî ‘roja nivîskarên di zîndanan de’ hatiye diyarkirin. Li çar aliyê cîhanê ev roj bi xemgînî tê pîrozkirin. Ji ber ku nivîskar di hundir de ne, em xwe naspêrin bextê xemgîniyê, em neçar in ku li her derî hestên têkoşîn û berxwedanê derbixin pêş. Ev roj jî, rojek ji wan rojan e. Pêwist e em dengê girtiyên azadiyê ragihînin her derî.” 
 
Paşê Fîdan, helbesta “Dê Vegerin Şûnde” ya girtî Mehmûd Aslan xwend. 
 
Gava malbata Aslan ji bo wî bibîne diçe girtîgehê di rê de qeza dike. Di qezayê de dayik, jinbir û biraziyê Aslan jiyana xwe ji dest didin. Aslan jî helbesta helbesta bi navê “Dê Vegerin Şûnde” li ser wan dinivîse. 
 
Bername bi xwendina helbestan bi dawî bû.
 
DÊ VEGERIM ŞÛNDE
 
Hemû pirtûk û pêxemberên xwedê, şehîd û şahidên vê ne
Heke hêj jî em li vê cîhana bê rihim û bê şerm dijîn, bi saya vê ye
Baweriya me ya ku dê vegerin, baweriya me ya ji dayîkê ye
Tekane utopyaya me ye ku nehatiye dizîn, nehatiye dewitandin
Û em terka wê nakin…
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket

Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist