“Dilê mirov dax dide.” Ev bersiva kurt a hunermend û akademîsyen Hito Steyerl e ji bo pirseke bi xeşîmî me jê pirsî. Gava me xirakirina berhem û şûnwarên Kurd, Ermenî, Suryanî û gelek hindikahiyên din bi bîra wê xist wê ev got. Me behsa li ser goristanan Ermeniyan çêkirina tuwaletên umûmî kir, behsa wan nasnameyên dewleta Tirk hin ji wan tinekirin û hîna jî xwe li tinekirina yên mayî diqewimîne. Gotineke din nake, tenê dibêje, “Dilê mirov dax dide.”
Hito Steyerl ji hunermendên herî bi tesîr ên vê sedsalê tê qebûlkirin. Hunerê wê yekser û deqerû ye. Gelek caran di înstalasyonên wê û filmên wê de em berevajî vê sadebûna bersivên kurt, dîmenên gelekî tevilhev dikarin bibînin. Ev xisleta wê ji berê ve heye. Gava wê bi seraktrîstiya Ronahî (hingê Andrea Wolf) filmek (1985) li ser hêza jinê çêkirî jî em hem deqerûbûna hunerê wê û hem jî xurtiya vê hişkiya yekser a hunerê wê dibînin. Di vê destpêkê de çawa wê peyam û huner ji hev qut nekiriye, di temamê serpêhatiya xwe ya hunerî de jî wê ev yek dewam kiriye.
Esas filmçêkereke bibinketî ye
Sedema filman û anîmasyonan di înstalasyonên wê de jî ew weke danîşana rastiyê îfade dike. Ji ber miameleya wê bi rastiyê re plan û niyetên wê yên bi çêkirina berhemekê re jî sabît namînin: “Ji ber ku pirraniya berheman elaqedarî rastiyê ne, ez jî divê miamele pê re bikim. Ji ber vê jî plan û niyetên min jî sereqet diguherin.”