Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Ocalan xwe digihîne dilan

March 12, 2021
0 0
Ocalan xwe digihîne dilan
Share on FacebookShare on Twitter

Şêwekar Fabiana Simonelli ji salên 1990’î ve Ocalan û miletê Kurd nas dike. Piştî ku Ocalan çûye Romayê êdî bêhtir xwe nêzî Kurdan û têkoşîna Kurdan dike. Cara pêşî wê li Bakurê Kurdistanê kitêbekê Ocalan xwendiye: “Diviyabû li bajarekî nêzî ser sînorê Tirkiye û Sûrî biçim serdana hevalekî xwe. Ji bo ku di rê de bixwînim, min rahişt kitêbeke ku hevalên min ên Kurd dabûn min. Gava wesaît gihişt Entabê, ber çemê Firatê, min fêm kir ku kitêba ez dixwînim li Tirkiyeyê sedema girtinê ye. Ev kitbeke Ocalan bû ya ku wî di hepsê de nivîsîbû. Du têgehên di kitêbê de gelek tesîr li min kirin, terîfên Ocalan ên ji bo “dîwar” û “sînor” gelekî tesîr li min kirin.”

Ew dibêje, “Rûdêna rêberê karîzmatîk ê têkoşîna azadiya miletê Kurd, hiseke lêgerînê bi min re peyda kir. Bi vî rengî fikra xêzkirina portreya wî peyda bû. Ev rûdênek e ku ez ê ti carî bi kurahiya wê fêm nekim, gava ku ez berê xwe qenc didimê, ew rûdêna wê kêliyê ye ku êş vediguhere hêzeke mezin.” 

Li ser portreyê, wê gotinên “Ti dîwar ti çaxî nabe asteng ku tu bigihîjî dilê xwe.” Ev jî ji ber ku kitêba Ocalan tesîr li wê kiriye, tercîh kiriye: “Ocalan, dîwarên ku wî heps dikin, weke astengî nabîne, bi nivîsên xwe, bi dil û hizrên xwe, xwe digihîne me û dike ku em wî hîs bikin.”  

Fabiana Simonelli li zanîngehê hunerên bedew xwendiye. Ew li ser kampanyaya ji bo azadiya Ocalan dibêje, “Civaka navneteweyî divê guh bide dengê Ocalanî. Ew bang dike ji bo ku mafê miletekî yê hebûnê bê qebûlkirin. Ji bo azadiya Ocalan divê her kes dengê xwe li vî dengî zêde bike.”

Çavkanî: #PolîtîkAzad

Next Post
Kovara Kurdî ya xêzeroman: GOG

Kovara Kurdî ya xêzeroman: GOG

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist