Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Panela di wêjeyê de zayendiya civakî hat lidarxistin

February 5, 2022
0 0
Panela di wêjeyê de zayendiya civakî hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

 
AMED – Li Amedê panela “Ziman û Jin” û “Felsefeya Mêhrî-Mîtra û di wêjeya kurdî de zayendiya civakî” hat lidarxistin. 
 
Komeleya Wêjakarên Kurd, li semta Ofîsê ya Yenîşehîr a Amedê li Payiz Pirtûkê panelek li dar xist. Panel bi moderatoriya Zozan Gulan û bi beşdarbûna nivîskar Xecê Şen û helbestvan Leyla Saraç hat lidarxistin. Şen, li ser “Felsefeya Mêhrî-Mîtra û di wêjeya kurdî de zayendiya civakî” û Saraç jî li ser “Jin û Ziman” axivî.” 
 
ZIMAN Û JIN
 
Di destpêkê de helbestvan Leyla Saraç axivî. Saraç, anî ziman ku dema ziman diçe dîrok jî, çand jî û nasname jî diçe û got: “Ê ku ziman ava dike jî jin e. Ji ber ya ku zarokan mezin dike jin e, jin civakê ava dike. Civak jî, ziman jî girêdeyî jinê ne. Îro yên ku civakê û ziman pêş dixin jin bi xwe ne. Îro em nikarin ziman û dayikê ji hev du qut bikin.” 
 
Saraç, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tepisandina jinê jî û got: “Piştî Neolotîkê jin bindest kirin. Xwestin dengê jinê qut bikin. Ji bo jin dengê xwe dernexîne, hişmendiya serdest bendîtiye ava kir.” 
 
FELSEFEYA MÊHRÎ-MÎTRA
 
Piştî Leyla Saraç, nivîskar Xecê Şen axavî. Şen, di axaftina xwe de bal kişand ser mijara ‘zayendî di hunerê de’ û li ser politikayên qirkirin û asîmilasyonê sekinî. 
 
Şen got: “Her çi qas ev politika hebin jî, lê li hember vê yekê kurdan bi her awayî li ber xwe dan.” 
 
Şen têkildarî pirtûka xwe ya bi navê “Hûmitra”yê de jî ev tişt gotin: “Mihrî-Mîtra her çi qas ku wek dînekî bê pênasekirin jî di bingeha xwe felsefe ye, huner e.”
 
Şen got: “15 perestgehên Mêhrî-Mîtrayê hene. Ez li van perestgehan geriyam. Lê hin jin wan hê jî ji jinan re qedene e. Ew qedexeya berê niha jî bi heman rengî didome.” 
 
Şen, destnîşan kir ku di asasê xwe de wêje, huner di civakê de çibe civak jî bi wî rengî ye.
 
Panel bi pirs û bersivan va berdewam kir.  
 
Piştî pirs û bersivan nivîskaran pirtûkên xwe îmze kirin. 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Yeşîl: Rasthatin nîne, polîtîkaya dewletê ye

Yeşîl: Rasthatin nîne, polîtîkaya dewletê ye

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist