Ebdûlahîzad got, parêzer bi kela can û kêfxweşiyeke mezin tevlî kursê bûne. Ebdûlahîzad anî ziman ku di warê hiqûqê de pêdivî bi perwerdehiya Kurdî heye û divê parêzer di vî warî de xwe bi pêş bixin. Ebdûlahîzad got, ji bo parastina heqiyê, ewilî divê mirov bi zimanê gel zanibe û ji bo parêzer muwekîlên xwe baş fêm bikin, pêdivî bi pewerdehiyeke bi vî rengî heye.
Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Wanê, Kadîr Kûtevî jî da zanîn ku hê jî gelek parêzer ji bo perwerdehiyê miracaet dikin û heta niha 110 parêzer tevlî kursê bûne, lê ev hejmar dê zêde bibe. Kûtevî got, bi saya perwerdehiyê kesên bi Kurdî nizanin jî wê hînî Kurdî bibin, yên zanin jî dê hem xwe bi pêş bixin hem jî zimanê hiqûqê hîn bibin û ji bo biçin dersên Kurdî wî bang li parêzeran kir.