Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Penaberê Kurd ku bi firçeya diranan wêne çêkir, bû fînalîst

May 6, 2022
0 0
Penaberê Kurd ku bi firçeya diranan wêne çêkir, bû fînalîst
Share on FacebookShare on Twitter

Mûstafa Azîmîtabar ku ji ber zextên Îranê reviya, di pêşniyar wêneyan herî navdar a Awûstralyayê de bû fînalîst.

Azîmîtabar ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku dema bihîst bûye fînalîst gelekî pê şa bûye.

Azîmîtabar sala 2014’an dema ku li kampa penaberan a Awûstralyayê ya li Girava Manûs a Papûa Nû Gîne tê bicihkirin, bi firçeya diranan dest bi çêkirina wêneyan dike.

Li gorî gotinên Azîmîtabar, gardiyanan boyax nedane wî bi hinceta ku dikare daqurtîne û zerarê bide xwe. Li ser vê yekê bala Azîmîtabar diçe ser qehwe û firçeyeke diranan.

Penaberê Kurd dibêje, “Ez nizanim bê çi bû… Kêliyeke gelekî taybet bû. Min rahişt firçeya diranan, xist nava qehweyê û li ser kaxizê gerand” û ew kêlî weke “serketinê” pênase kir.

Azîmîtabar koda ‘KNS088’ ku heyşt salan lê hatibû kirin, kir navê otoportreya xwe. Penaberê Kurd diyar kir ku bi rêya vî karî wî xwestiye ‘êş û hêza’ jiyana penaberiyê raxe pêş çavan.

Azîmîtabar got, “Huner û wêne kir ku xurt bimînim û dewam bikim. Ji ber ku dema wêne çêdikim êdî travmayê hîs nakim.”

Penaberê Kurd di 21’ê Çileya 2021’ê de bêyî îzahek jê re bê kirin hate berdan û li Awûstralyayê hewl dide jiyana xwe ji nû ve ava bike.

Azîmîtabar diyar dike ku ji bo rêxistineke mirovî weke dilxwaz dixebite.

Serketiyê Xelata Archîbald ku wê 100.000 dolarê Awûstralyayê (68.00 Euro) bistîne wê 13’ê Gulanê bê eşkerekirin.

Next Post
Penaberê kurd di pêşbirka wêneyan a Awûstralyayê de bû fînalîst

Penaberê kurd di pêşbirka wêneyan a Awûstralyayê de bû fînalîst

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist