Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Perde li ser peykerê Prof. Mistefa Zelmî hate rakirin

April 15, 2021
0 0
Perde li ser peykerê Prof. Mistefa Zelmî hate rakirin
Share on FacebookShare on Twitter

Li Xormal perde li ser peykerê Profesorê Kurd Mistefa Zelmî hate rakirin.

Li bajaroka Xormal a Helebce bi amadebûna berpirsên hikûmetî û nûnerên partî û saziyan, heval û malbata wî perde li ser peykerê Profesorê Kurd Mistefa Zelmî hate rakirin.

ڕێوڕەسمی پەردەلادان لەسەر پەیكەری دكتۆر مستەفا زەڵمی

Peyker ji aliyê Peykersaz Omer Cemîl ve hate çêkirin. Peykersaz Omer Cemîl ji Rojnews’ê re got: “Bi kêfxweşî min erka çêkirina peykerê Prof. Dr. Mistefa Zelmî li ser milê xwe girt. Min di nava 4 mehan de temam kir. Peyker 2 metre û 50 santîne. Penahiya peyker jî 85 santînmerteye.”

Mistefa Zelmî kiye?

Profesorê Kurd Mistefa Zelmî di sala 1924’an de li gundê Zelmî ya naçeya Xurmal a Helebceyê ji dayik bûye. Li gundê Zelmî 12 salan jiyan kiriye. Weke zanyarekî ola Îslamê û hiqûqnasekê tê naskirin.

Di sala 1934’an de ji bo xwandina olî li gelek mizgeftên Kurdistanê û Iraqê geriyaye. Di warê birkarî, ola îslamê û zanîsta stêrknasî xwendiye.

Bawernameyên girtîne;

Di sala 1946’an de bawernameya zanistiya ola Îslamê wergirtiye.

Di sala 1965’an de li Zanîngeha Bexda bawernameya yasayê girtiye.

Di sala 1969’an de li Bexda Mastera şerîeta ola Îslamê kiriye.

Di sala 1971’an de li Zanîngeha Ezher Misir mastera di warê zanîsta fikih de.

Di sala 1973’an de li Zanîngeha Ezher Mastera Yasa.

Di sala 1975’an de li Zanîgeha Ezherê Doktoraya li fikih.

Di sala 1981’an de li Zanîngeha Bexdayê nasnameya cigirê profesor girt.

Di sala 1985’an de li Zanîgeha Bexda bû profesor.

Herwiha Mistefa karê melatî, mamostiya yasayê jî kiriye û zêdeyî 50 pirtûkên wî yên di warê yasa û ol de hene. 40 tezên wî jî hene.

Di 4’ê Hezîran 2016’an de li Hewlêrê di temenê 92 saliyê de koça dawî kir.

ڕێوڕەسمی پەردەلادان لەسەر پەیكەری دكتۆر مستەفا زەڵمی

(ab)

 

 

#Rojnews

Next Post
Yek pel û yek reng

Yek pel û yek reng

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist