Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê

November 4, 2022
0 0
Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Peykersaz Bestamî Egî ku li Sûrê pêşangeheke keviran çêkir got ku pêşangeha wî berteka li dijî talankirina xwezayê ye.
 
Peykersazê amedî Bestamî Egî ku li kafeya “Hewşa Me” ya li navçeya Sûrê ya Amedê pêşangeheke keviran a bi motîfên Neolîtîkê çêkir, destnîşan kir ku wî xwestiye bi berhemên xwe balê bikişîne ser talankirina xwezayê.
 
Pêşangeha Egî nêzî hefteyekê berdewam kir. Di pêşangehê de berhemên Egî rastî eleqeyeke mezin hatin. Kevirên ku bi motîfên Neolotîkê û dîroka qedîm hatibûn boyaxkirin bala gelek hunerhezan kişandin. Egî, nêzî 2 sal û nîv e keviran berhev dike û wan bi motîfên Neolotîkê boyax dike. Her wiha Egî xwestiye bi van berhemên xwe rexneyê bibe ser muzexaneyan jî. 
 
FORMINE NÛ DERDIXE HOLÊ
 
Bestamî Egî got: “Ev nêzikî du sal û nîv e ez ji xwezayê keviran kom dikim. Kevirên xwedî form boyax dikim û carna jî li gorî forma kevir hin tiştan lê zêde dikim. Bi vî awayî jî bi kevir formine nû derdixim holê. Min ev tişt di xwezayê de dît û min got, ‘çima kesên din jî nebînin’ û min dest bi pêşangehan kir.”
 
REXNE BIR SER PERGALA MUZEXANEYAN
 
Egî, rexne bir ser pergala muzexaneyan jî û got: “Ew berhemên di muzexaneyan de tên nîşandan, mîrateyên hevpar ên mirovahiyê ne. Nîşandayîna di vîtrînên camî de ku nahêlin kes dest bide mîrateya xwe, tiştekî xetere ye. Her wiha têketina muzexaneyan biheq e û pir biha ye. Pêwîst e tenê ne yên ku pereyên wan hene, divê hemû mirov karibin biçin xwe bigihînin van tiştan. Ez, bi berhemên xwe rê didim ku bila mirov dest bidin berhemên min û wan hîs bikin. Her wiha ez bi vê pêşangehê dixwazim balê bikşînim krîza avhewayê, germbûna kûrewî, talan û texrîbata li xwezayê tê kirin.”
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Li Swîsreyê çalakiyên çanda Kurdan didome

Li Swîsreyê çalakiyên çanda Kurdan didome

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist