Bi boneya roja Têkoşîna Dijî Tundûtujiya Dijî Jinan, li Herêma Germiyan pêşangehek karê destê jinan hate vekirin.
Li nav parka Tenişt ya bazara Kelar a ser bi Herêma Germiyan, bi boneya Roja Têkoşîna Dijî Tundûtujiya Dijî Jinan, pêşangehek karê destê jinan hate vekirin.
Pêşangehk ji aliyê rêxistina Alîkarî ya Elmanî û rêxistina Xanzad ve hate vekirin.
Di pêşangehê de jinên Kelar, Rizgarî, Xaneqîn û Kifrî berhemên xwe yên ku bi dest çêkiribûn dan nîşandan. Tê payîn heman pêşangeh di rojên pêş de li bajarokê Kifrî jî were vekirin.
(nr)