Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin

July 14, 2022
0 0
Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Komeleya Wêjekarên Kurd û TJA bi hev re ji bo pirtûka “Gun Işiginda Buyurken” a Esmer Kiyarê çalakiyeke îmzeyê li dar xistin. 
 
Komeleya Wêjekarên Kurd û Tevgera Jinên Azad (TJA) li semta Ofîsê ya Yenîşehîr a Amedê li Payiz Pirtûkê ji bo pirtûka “Gun Işiginda Buyurken” a Esmer Kiyarê bernameyeke îmzayê li dar xistin. Bername bi moderatoriya helbestvan Roza Metînayê hat lidarxistin û xwişka Esmer Kiyarê Zeynep Kiyar jî pirtûk îmze kir. Gelek kes jî beşdarî bernameyê bûn. 
 
Di destpêka bernameyê de nivîskar û rojnameger Roza Metîna helbestek Esmer Kiyarê xwend û qala jîyana wê kir. 
 
Pişt re jî xwişka wê Esmer Kiyar Zeynep Kiyar li ser jiyana wê û pirtûkê axivî. Kiyar, di destpêka axaftina xwe de şehîdên 14’ê Tirmehê bibîr anî û qala jiyana Esmer Kiyar û pirtûka wê kir. Kiyar diyar kir ku, pirtûk bi taybetî qala jinan û kurdan dike. 
 
Bername bi pirs û bersivan dewam kir û di dawiyê de wêjehezan pirtûka Kiyarê dan îmzekirin. 
 
ESMAR KIYAR KÎ YE? 
 
Esmer Kiyar dema li Zanîngeha Dîcleyê xwendekar bûye ji ber xebatên xwe yên siyasî di sala 2010’an de hatiye girtin. Kiyar piştî 9 mehan hatiye berdan, lê piştî hatiye berdan bi 20 rojî cardin hatiye girtin û 4 sal û 5 meh ceza lê hatiye birîn. Kiyar di Tirmeha 2015’an de ji girtîgehê derketiye. Piştî derketiye berê xwe daye çiyê û di sala 2020’an de jî jiyana xwe ji dest daye. Kiyar pirtûka xwe, ‘Gun Işiginda Buyurken’ li girtîgehê nivîsiye û tê de qala du jinên 14 salî dike. Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hatiye weşandin. 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Bi ta û derziyê tabloyan dineqişîne

Bi ta û derziyê tabloyan dineqişîne

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist