Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Pirtûka ‘Korona Gunlerînde Mahpûslûk’ hat çapkirin

December 15, 2020
0 0
Pirtûka ‘Korona Gunlerînde Mahpûslûk’ hat çapkirin
Share on FacebookShare on Twitter

MÊRSÎN – Karîkaturên ku 50 girtiyî derbarê şewba Covîd-19’ê de xêz kirin, bi navê “Korona Gunlerînde Mahpûslûk” hatin çapkirin. 

Karîkaturên girtiyan ên derbarê şewba Covîd-19’ê de hatin çapkirin. Li girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê karîkatur, name û nivîsên 50 girtiyî di bin navê “Korona Gunlerînde Mahpûslûk” hatin çapkirin. Pirtûk ji aliyê Kolektîfa Gorulmuşturê ve hat çapkirin. Berdevkê kolektîfê Adil Okay, behsa pirtûkê kir. 
 
Okay, diyar kir ku piştî şewba Covîd-19’ê li Tirkiyeyê belav bûye rojnivîska şewbê nivîsandiye û ji bo piştgiriyê ji 80 girtiyên re şandiye ku di 30 girtîgehên cuda de ne. Okay, bilêv kir ku hin kesan bi awayekî wêjeyî û estetîk bersiv dane. 
 
Okay, diyar kir ku paşê ji hin girtiyên din jî xwestiye ku di dema şewbê de derbarê tecrîd, tarîtî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tiştina binivîsin û paşê biryar dane ku van name û karîkaturan bikin pirtûk. Okay got: “Çimkî gava derve tarî bibe, hundir tipîtarî dibe. Jixwe piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê li girtîgehan tecrîd, îşkence û qedexeyên kêfî pir zêde bûn. Min jî xwest nameyên ku bal dikişînin ser vê yekê bi raya giştî re parve bikim.” 
 
‘KESÊN JI BO AZADIYÊ TÊDIKOŞIN Û PAŞÊ DÎL TÊN GIRTIN JI BÎR NEKIN’ 
 
Okay, ji bo roja çapbûna pirtûkê ku di hefteya mafên mirovan de hat çapkirin jî got: “Di van rojên koronayê de kesên ji bo me, ji bo we, ji bo cîhaneke adil û xweşik, ji bo azadiyê, wekhevî û nasnameyê têkoşiyane û dîl hatine girtin ji bîr nekin. Pêwendiyê bi wan re deynin. Bibin dengê van mirovên ku her roj tahde li wan tê kirin û tên tecrîdkirin. Qûtê herî girîng ê girtiyan name ne. Wan bi tenê nehêlin û nameyan ji wan re binivîsin.” 
 
MA / Omer Akin
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
11. Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike

11. Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

Kanî Kanî- Gelidağ Cudi – Kobanî YPJ

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist