Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

February 27, 2022
0 0
Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
Share on FacebookShare on Twitter

ÊLIH – Li Êlihê di çalakiya bi armanca piştgiriya bi nivîskarên girtî re hat lidarxistin de, pirtûkên wan hatin îmzekirin. 
 
PEN a Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û ARÎ-DER, ji bo piştgiriya bi nivîskarên girtî re li Şaxa Petrol-Îş’ê ya Êlihê çalakiya îmzekirina pirtûkan li dar xistin.
Di çalakiyê de pirtûkên Laleş Çelîker, Leyla Atabay, Îdrîs Erenç, Gulazer Akin, Cengîz Sînan Çelîk, Abdullah Yilmaz, Ahmet Akgul, Resul Baltaci, Tayyip Ûgûr, Ercan Dogan, Ramazan Çeper, Necmettin Tûral û Nesîp Tarim hatin îmzekirin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên li bajêr tevlî çalakiyê bûn. Nûnerê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê yê Êlihê Feysal Ozdemîr, da zanîn ku hejmara nivîskarên girtî bi ser 90’an de ye. 
 
Ozdemîr, bi lêv kir ku ji bo piştgiriya nivîskarên girtî ev çalakiye li dar xistine û wiha got: “Derfetên nivîskarên di girtîgehê de nîne ku pirtûkên xwe bigihînin xwînêran. Divê em xwedî li berhemên nivîskarên girtî derkevin.”
 
Ozdemîr, da zanîn ku girtîgeh ji bo vîna gelan bişikînin hatine avakirin û wiha got: “Zindan bûn navenda perwerdeyê ya vî gelî. Li vê derê, girtiyên ku li şûna teslîmiyetê berxwedan hilbijartin, li her qadê xwe bi pêş xistin. Nivîskarên ku me îro pirtûkên wan ji we re anîn jî ji van girtiyanin. Pirtûkên ku di nava şert û mercên zehmet de derdikevin, berxwedana li gelek qadan, bi taybetî berxwedana zîndanê ronî dikin.”
 
WÊ PIŞTÎ ÊLIHÊ LI RIHAYÊ BIN
 
Ozdemîr, da zanîn ku piştî Amed û Mêrdînê li Êlihê bi pirtûkhezan re hatin gelhev û diyar kir ku wê navnîşana wan a piştî Êlihê, Riha be. Kekê yek ji nivîskarên girtî Abdûllah Yilmaz, Şukru Yilmaz spasiyên xwe pêşkeşî kesên tevlî çalakiyê bûn kirin. Yilmaz bal kişand ser zextên li girtîgehan û anî ziman ku girtî li dijî zextan li her qadê xwe perwerde dikin û pirtûkên ku nivîsandine berhemeke vê perwerdeyê ye. 
 
Cezaevlerinden yaşanan baskılar üzerinde duran Yılmaz, baskılara karşı tutukluların her alanda kendilerini eğittiğini, kaleme aldıkları kitapların da bu eğitimin bir ürünü olduğunu ifade etti.
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir

Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist